Li Ser Pirtûka Bextitar Elî "Hinara Dawî ya Dinyayê" Kurteşîroveyek
Berî her tiştî ev roman weke sîberekê ye, weke spêleyekê. Herwekî mirov li çîrokeke mişt xûmamî guhdarî bike vebêjer mirov hêdî hêdî dikişîne nava bûyerê. Lehengê me Muzaferê Subhdem bi zimanekî edebî û mişt keser dest bi vegotina xwe ya dîlîtiyê dike. Dema roman dest pê dike xwendevan bêyî hemdê xwe ji nav xirecira bajêr, rêzeavahiyên rengorengo, qornayên wesayîtan, deng û rengê sedsala bîst û yekemîn derdikeve û hêdî hêdî ber bi çoleke ku ji qûmê pê ve tu tişt lê tune ye ve dişemite. Bêdengiyeke tije keser, bêrîkirineke bê giyan xwendevan hembêz dike. Berî ku xwendevan li wê biyabanê di nava bablîsoka qûmê de wenda bibe vebêj ango Muzaferê Subhdem bi destê xwendevan digre û wî tîne dixe nav şerê birakujiyê. Xwendevan di carekê de xwe di nav dinyaya zarokên ku di nava şerê birakujiyê de bê dê û bê bav xwe li parçeyek jiyanê girtine de dibîne. Birîna birakujiyê bi gelemperî mijara romanên Bextiyar Elî ye. Vê êşê bi awayekî pir edebî û pir êşandî tîne ziman. Birîneke wisa ye ku çend sal bi ser ketibe jî û çend sal bi ser bikeve jî tu carî qalik ne girtiye û dê tu carî qalik ne gire jî. Tenê bi hevokeke romanê bi me dide fehm kirin ku şerê birakujiyê çiqasî kirêt û çiqasî bê bext e: "Te dixwest di çi de bimire. Di şer de, di êrişê de, ji bo welêt... ji bo dayika me welêt ku welatperwer mîna qehpikekê lê siwar dibin?" Hezar pirtûk jî li ser vî şerî werin nivîsandin li cem min encax weke vê hevokê bandor li kurdekî bikin...
Lehengên romanê di nav dinyayeke bi mij de ne û her yek ji wan mîna lehengên çîrçîrokan in, mîna lehengên çîrokên ku berî ceryan dinyaya me tarî bike me ji dê û pîrên xwe guhdarî kiriye ne. Du xwişkên ku bi temamê tevgerên xwe bi awayekî pir sosret li ber çavê xwendekaran hatine