Exlaqê immanuel kant
Li gor vîya, tiştê baş çi be divê mere wêya bike û dawîya wê nenêre. Mînakekî navdar heye ku dibêjin "zilamekî ji yekî direve ku ji bo nê kuştin, tê li ber derîyê te, dikeve hindur, piştre zilamê ku dixwaze wî bikuje tê ber derîyê te, dibêje te zilamek dîtîye gelo? Ji bo K*nt, divê em rastî çi be wêya bêjin û cîyê zilamê ku li malê hatîye veşartin, jê re bêjin." Hz. Hegel jî, ji bo exlaqê kant'ê dibêje ku "mebest baş be jî, encama mebesta me carna pêkane ku xerab derkeve" ji ber vê yekê Hegel, di exlaqê kant'ê de ezperestîyekî (selfishness) veşartî dibîne.
Girêdayî vê babetê, heger dayîna piştgiriya filistînîyan ji bo Kurdan ne baş be, encama wê ji bo Kurdan wekî xerabîyekî zêdetir be, wê demê zulma ku filistînîyan dibînin divê ne bala me be. Çimkî jixwe mala me dişewite û dema mala me dişewite em avê dibin ji malekî 1000 km dûrtir... Bi awayekî konformîst dibên "zulm dibînin, vêya tiştekî ne başe." Belê ne baş e, lê tu jî zulm dibîne û heger ji ber ku hevkêşeyê tu di nav de ye, dayîna piştgirîya te wekî xerabîyekî vegere te, wê demê divê tu cîyê xwe de rûnê. Çimkî ên ku hevkêşeyê damezrandinin, hêzên mezin in, heger tu hevkêşeyê ji koka wê xera neke, dayîna piştgirîya te derî exlaqê ye.