Em mirin, di dil de bihêvî bûn ji mirinê
Di valahiyeke mezin de efsûn betal bû
Çewa te ji bîr kir, straneke delal bû
Pareya ezman, gurza qulîçan û perika çûkan bû
Me çiqas ji kîs dihesiband jiyanê
Niha agahî nayên ji wê dunyayê
Kes nîne ku bipirse halê me
Ewqas reş tarî bûye şeva me
Hebe çi, nebe çi pencera me
Siya rûyê me jî wenda ye li rûyê avê