Çima însanên Mezopotamyayê hertim bi derbeyên xedar hildiweşin? Çima bindestî weha bêdawîn e?
Li milê din ez tu carê tênegihîştim çima ev deverên kevnarê yên miqedes evçend bi kîn û nefretê dagirtî ne? Çima însanên der û dorên Firat û Dîcleyê tevî ku ew bindest in, evçend li dijî hev in, evçend gora hev vedidin?
Bi tîrêjên zêrîn ên tavê hişyar dibim.
Şîn im, mîna asîmanê, bîhnfireh, bihîstiyar.
Kesk im, mîna biharê, evîndar, hêvîdar.
Boz im, mîna kevirê, xemgîr, stûxwar.
Sor im, mîna axê, şikestî, birîndar.
Keser im ez, mirin, li enîya însanên botî nivisî.
Bextîyarî me ez, heyat, li axa Mezopotamyayê zayî.
Xizin im ez, hesret, li pey malwêran û derketiyan hîştî.
Evîn im ez, hez, li pey salan, esran, însan û medeniyetan mayî...