xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
naqosên dêran kerr...
minare kin...
doktrînên dekolte lixwekirî evdal...
sarincên ji baranên derengmayî, derengbarî hatibû damezrandin, bi derbeke neşterê ya dirinde, şolî bûne
barûyên ji evînên nukleerî, di serdabên ji krîstalên rokoko
hatibûn kemilandin qîtik qîtikî bûne, ji xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike
(ji qevmê pezkoviyan re xew heram e)
...
Rênas Jiyan 🌼