Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bi bêje `heyranê kê y
Da ez bizanim qisetê
Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta purrê
Ji me`neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta`etê
Feqiyê Teyran
…
Li hezê digerim, niha…
Dizanim; dengê xwezayê ye hez
Herikîna avê, guvîna bê, xuşîna spîndarê…
Min xezalek wenda kir li vê pesarê:
Dildarên xakeke nebedî bûn
Di şiveriyên çiyayekî de, vê berêvarê!
Arjen Arî
Min beybûnên
Biharên porhinekirî
Kom kirin ji te re
Ji zozanên hênik
…
Bi refê kewan re firiyam
Bi xezalan re geriyam
Giriyam
Giriyam
Li te geriyam
Lê ji te negeriyam
Mihemed Ronahi