Berî her tiştî di fikirînê de du cewher afirîne ku
cêwik in
Yek rindî ye, ya din jî xirabî, hem di fikirîn, hem
di axaftinê de
Kesê zane rindiyê heldibijêre di kar,
fikirîn û gotinê de
Zimanê kurdî, ku di wê serdemê de ji zimanê axaftinê ve veguherî bo zimanê nivîsê, tenê di sînora şi'rê de maye. Ew mîrnişînan ji ber ku li ser binema kulturî-siyasî durist nebûn, hewl nedane da ku proseya pêşketina zimanê kurdî bidomînin. Yanî, zimanê kurdî ji zimanî şirê ve biguherîne ber bi zimanê fikr, zanîn û zanist. Bi vê rêyê ve proseya nivîsîn bi kurdî bikine prensîbeka siyasî, kulturî û zanistî da ku zanîn û epistemolojiya taybetî ya xwemalî berhem bînin, pê xwe ji desthilatên dîtir cihê bikin.
Kirmanciya rojhilatê: Li welatê Mukriyan û di nava eşîretên Dîcleyê de, yanî li mîntîqeya Zêya Koyê, Çemê Ethemê û dora Sîrwayê tê axaftin û lehçeke saf û rewan e. Di warê şiklî û hejmara bêjeyan de gelekî dewlemend e.
Kirmanciya rojavayê: Ev ji eslê zimanê kurmancî û hinek guherînên mehellî pêk hatiye. Kurdên wilayeta Diyarbekrê, Mêrdînê, Botan, Behdînan, Hekariyê, Erzirûmê, Êrîvanê, Anadoluyê û wilayeta Xoresanê vî zimanê han diaxivin.
Wisan dixuyê kurdên bakurê Sûriyê jî bi hemî awa lehçeyan diaxivin û di nav zimanê wan de hinek bêjeyên tirkî jî hene.