Çüyin; bê girîn û zehmet e; / Ez ê herim... / Mîna pelekî sivik / Ko ba ji darê diweşîne.../ Ez ê herim bê ax û zarîn; / Bê şîn û girîn. / Girîn û hêstir ji bona çi? / Ez ê herim! /Mîna ba û bablîsokê, mîna av û ronahiyê... / Xwedê dilê min/Li ser sindiyana jiyînê danî; / û bi girane û zompên qehr û xweşiyê lê da...