Forma herî kevin a peyva Kurd di hezara sêyem a berî mîladê da di nav nivîsên mîxî yên Sumeriyan da bi şêweya “Kardakî" hatiye bikaranîn. Arkeologê Frensî Thureau Dangin (k.d. 1944) tableta ku "Kardakî" tê da derbas dibe, li devera Mezopotamyayê li bajarê Teluyê ku li ser wîlayeta Zîqarê ye û dikeve başûrê Iraqa hevçerx peyda kiriye. Peyva Kardaki di serdema kralê Xanedana Sêyem a Urê Şu Sîn/Gimil-Sin (BZ ~2040- 2032) da ji aliyê waliyê wî yê bajarê Lageş (Lagash)ê yê bi navê Warad Nanar ve hatiye bikaranîn. Ev peyv di tabletê da bi şêweya "Mat Kardaki" derbas dibe. Ji ber ku di zimanê Sumerî da “mat” watayên wek welat û deverê dide û paşgira "ki” jî wateya cih û zemînê dide "Mat Kardakî" dibe "welatê Kurdan". Di serdema kralê Sumeriyan Şu-Sîn da ji bilî Kardakiyê deverên Su, Gutiyum, Erbîl û çend deverên dî jî di bin desthilata wî da bûn. Li gor ku ji Asurologê navborî Dangin tê veguhestin, devera "Su"yê li başûr rojavayê deryaçeya Wanê ye û devera Kardaki ya navborî jî cîranê wê ye. Hêjayî gotinê ye ku di serdema Şerefxanê Bidlîsî da jî li devera Bidlîsê bi navê “sûy”ê kelehek heye. Şerefxan di berhema xwe da li du cihan wek keleheke ava ya Bidlîsê ku di bin desthilata malbata Şerefxaniyan da ye navê Keleha Sûyê dide.¹º Herçiqas di belgeya Asûrî ya navborî da Sû wek welatê Kurdan nehatibe binavkirin jî, çawa ku ji Şerefnameyê jî tê fêmkirin, ew dever welatê Kurdan e.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Jîyan,
Li bejna me,
Li bajarê me,
Û li bawerîya me dihat
Ez û hemû jinên ruhê xwe
Em ê her bizîvirin dîsa
Li dengê te
Lê xwezî
Ewqas heqê me li hev
Ewqas hukmê me li hev
Ewqas ferhenga ruhê me li cem hev nebana...
Ewqas xatirê barana vî bajarî li cem me
Û bi ser de ewqas deynê me li jîyanê nebana...
Destpêk bi navê Yezdan,
Ev e diçim Dibistan.
Divê êdî bixwînim,
Bo rastîyê bibînim.
Da her tiştî bizanim,
Heya ku pê bikanim.
Berî vê milletê min,
Nezan mabûn mêr û jin.
Daketibûn hêla jêr.
Reben, pepûk û bêkêr.
Lê ji îro bi şûnda,
Di nav bajar û gunda,
Herçî Kurd e wê bixwîn,
Da ku bibe xweyî şîn.