Karwanek diçû bakurê xwînê… Karwanek tê ji başûrê şînê… Hîna nizanim bê, di kîjan kawanê de dilerizîm.
Sayfa 9 - Şam 21/05/2007
Şiir
"Modernîzm li ser axa me, li welatê me bi awayekî xwezayî geş nebûye û şaxên xwe li nav civakê belav nekiriye. Bi kurt û kurmancî modernîzma ku niha hinek kes jê fam dikin [li bakur), dilbijandina tirkbûnê ye. Mînaka herî mezin jî dev jê berdana ziman û çandê ye. Ew bi çavê zimaneki têkçûyî li kurdî dinêrin, modernîzmê di qada tirkî de dibînin." (Nivîskar/Helbestvan-Gulîzer)
Kurdî
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
...Îcar ev yek di siyaseta kurdên Bakur de weke her tiştî ruhî bi aweyekî eşkere nameşe. Xwe di bin kirasên gotinên qerase, siyaseteke fantastik, exlaqekî derwîşane, daxwazên ji rêzê vedişêre. Cihê ku kula xwe bikolê, xweliya biratiya gelan, xilasiya Rojhilata Navîn, aştiya dinê, ser de dike.
Sayfa 21
Kurdî
Neteweperweriya kurdî, piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate têkşikandin, desteya yekemîn a neteweperwerên kurdî li Bakurê Kurdistanê de ku beşek giring desteya ronakbîr û rûşengeranên di nav İmparatoriya Osmanî de bûn, yan hatin jinavbirîn, an jî zindanî û dardakirin. Her ji wê demê ve, ji navbirîna ziman û kultura kurdî û rêgirtina li hember duristbûna netewa kurd her berdewam bû. Kar û armancên serekî ya neteweperwerên kurd zêdetir xwe-parastin, berxwedan û berhem anîna berxwedêrî bû. Ew proseya ji destpêka salên şêstan ve, li Başûrê Kurdistanê, şêwe-xebata çekdarî wergirt, êdî neteweperweriya kurdî ji bizava medenî, bajarî û ronakbîrî ya siyasî ve veguherî bo bizaveka çekdarî ya eşîrî û ladînî. Navenda xwe ji bajar ve veguherî bo çiya û deştan an jî bajar bi rêya hemî şiyanên medenî, kulturî û ronekbîrên xwe ve teslîmê çiya û deştan bûn. Çiya û deştên ku "navend"a rêberayetî neteweperwerî û bizava çekdarî ya kurdî bûn, bêyî daxwaza wan hatibûn teslîmkirin û hatibûn xistin bin kontrola dewleta dagirker. Bi vê rengê naveroka bajarî, medenî, û ronakbîrên neteweperweriya kurdî li hember kultur û eqla çiyayî berev paş ve vekişiye.
Kurdî
Ew rewşa piştî şerê Cîhanê yê Yekem, dijwariyên nû bo kultura kurdî astengî derxist û diwareka mezin ya kulturî di navbera bêşên Kurdistanê, bi taybetî jî di navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de, durist kir. Herwiha Kurdistan bi tevahiya ji cîhana derveyî, Ewrûpa, hate birîn û derfeta vê yeke tûnebû û tuneye ku rasterast bi bîr û kultura Ewrûpa û cîhan ve hebe, wek kultura ereb û fars, metirsiyên hêrişên kulturên derekî yên rasterast ji kulturên welatên kolonyal ên Ewrûpî ve rûbirû nemaye, bereks hêriş ji kultura dewletên nasyonal ên ereb, tirk û farisan hatiye.
Kurdî
Lê bi raya min, mezintirîn derb li Bakurê Kurdistanê de ber ziman û kultura kurdî ketiye. Çimkî dewleta Kemalîstî-tirk, li pal kultursaydî (ji navbirina kulturî), şêwenivîsîna tîpên latînî-tirkî bi ser kurdan de sepandibû, bi vî karî kariye gelê Bakurê Kurdistanê ji tevahiya ew mîrata edebî, kulturî û dîrokî dabibire ku kurdan bi dirêjahiya dîroka xwe ve heta îro hênaye. Bi awayek dî, xwestiye gelê Bakurê Kurdistanê ji dîroka edebî, fikrî û kulturî ya xwemalî qut bike. Ev bizav ji gelek aliyên xwe ve dişihibe proseya sepandina tîpên kîrîlî li welatên rusî ya Sovyetê, bo nimûne gelanên wek tacîk, qazax, tirkman... û hwd.
Kurdî