Nalîna Dil û Nivîsîna Bilez
Puan vermedi
Helbestkara berhemê Leylana Sidîq li ser mijara Xwendina Bilez lêkolîn kirîye û berhemek bi wî navî jî nivîsîye; belkî ji bo wê ye berhem bi Nivîsîna Bilez hatîye amadekirin. Hin teybetmendîyên berhemê: 1- Li nav helbestan peyvên sereke cînavk in; Ez û min (min hê bêtir in.) tu, ew, em… Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil, 7 ez û 12 Min hene. 2- Li helbestan lêker li pêş in loma her riste ji du-sê hevokan pêk tên. (carinan çar) Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil 21 cûre lêker hatine bikaranîn. 3-Li helbestan ravek û rengdêr zaf kêm in. Ev mijar balkêş e. Mînak: Li helbestên Fatma Savcî navên xwerû nînin, miheqeq rengekî dide wan û wan dike rengdêr an jî rave dike. Li vê berhemê jî nav bi gelemperî xwerû ne. Mînak: Li helbesta ewil/Nalîna Dil, bi tenê rengdêrek heye: “lingên tazî” li helbesta duyan/sêyan rengdêrek jî nîne. 4- Li helbestan gelek xalbendî hene. Loma helbest zêde-zêde hevokî ne. Li helbestên vê demê, hevok zaf kêm in, hoker zêdetir in (fiilimsi) Mînak: “Tu ji min re ne kek bû. wek kevokekî azad bû. Kê baskên te şikandin. Tilîyên wan xwar bibin.”-13 5-Helbestkar zimanekî xwerû bi kar anîye, xemilandin, şemilandin û kemilandin nekirine, kêm caran zor daye peyvan. Mînak: “Dengên çivîkan wek hev e” -14 “Destmala xwe li dar bixin”- 38 “Ewrên spî ne em, Bi guliyên xwe ve daliqandî ne. Ewrên reş in em, Bi ava zê ve zeliqandî ne.”15
Kurdî
Nalîna DilLeylana Sıdîq · Red Yayınları · 20231 okunma
...Dağların anahtarını kaybettik
Puan vermedi·416 syf.··
2024 1. kitabı
Bakur Notları Dağların Anahtarını kaybettik… Bizim çok güçlü bir düşünce sistematiğimiz vardı diyemem ama yaşamsal doğrulara parmak basıyorduk… Atakan mahir
Düşünce
Bakur NotlarıErtuğrul Mavioğlu · Aryen Yayınları · 202315 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
3/10
·238 syf.··
2024 14. kitabı
Tu, romana berbanga vejîna gelê Kurd e. Zilma deshilatiyê kû xwe gihandiye erşê esmanan de. Tenê ji ber ku Kurdin rastî zilm û zordariyê tên. Karakterê mey sereke ku tu peywendiyê wî rêxistin an jî saziyekî re tune ye ( hebe jî niviskar ev nepen kiriye) Tenê helbesteke Kurdî dibe sedema vê girtinê û îşkenceya bêdawî. Xwenêr qet keseyetê romanê ê sereke nasnake hay ji keseyet ,derûnî fikir û ramanên wî tuneye,lê dibe şahidê berxwedaneke zexm. Xwenêr nizane ka vê hizê li ku digire. Tenê li hember zilmê berxwe dide. Karakter xwesere ji ber wê pêywendiyê wê tu kesîre tune ye. Lê gelo kesê bê rêxistin bêyî ku rê û rêbazan bizanibe dikare ew qas serxwe be û ew qas berxwe bide. Vegotina tuyê alî teknîkê de a herî dijwar e . Di edebîyata cîhanê jî tev, herî kêm bi vê rê û rêbazê berhem hatine dayin.Ev berhema niviskar a temenekî kemîlîde di sala 1985 de hatiye nivîsîn.Di wê demêde berhemdayina Kurdî li bakur demeke dirêje qet tune. Xwe jî, heft salî wî li surgunîyê temam buye . Dema mirov van hemiyan tine erdekî dertê holê kû metleba niviskar tenê ewe ku kesayetek Kurd û Kurdperwer biafirîne. Niviskar bi vê jibareya xwe destnîşankirina nasname û hebûna Kurd dike. Bi gotineke din, helwesta niviskar a dijkolonyalîst derxistiye holê. "Tu " heraliyêve remzeya veqetînê , a ne ji wêyê ye. Serî de diyar dike kû ne ji wan e . Eke din e. Mehmed Uzun bi vê romanê bingeha romanûsiya xwe jî ava dike. Zimanekî sivik û standard heye. Di vé romanê yek jî li ser çand û zargotina Kurdî disekine. Bi vê rêyê dike kû xwe bigihîne hemû deverên welêt. Di dawiya berhemê de, xwe jî gotiye "Kurdiya min têra romanê nekir". Berhemê de şayesandineke berbiçav an jî hema hevokeke kompleks tune ye. Ziman wek xêzeke rast, hema wusa dirêjbû heya xwe gihandinde dawiyê.
Edebîyata Kurdî
TuMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20204,774 okunma
9/10
·228 syf.··
Beğendi
·
2024 2. kitabı
Platon û Arîstoteles hunerê wek olandayîna rastî û a xwzêye pênase kirin. Hûner û hemû beşê wê jî gelemperî derdorê vê bîrdoziyê teşe girt . Kîjan wênesaz kulilkê,herî xweşîk û tinguz saz bike. Wênesazê herî baş ew e. Her wuha helbestvan, çîrokbêj,stranbêj... Li ser himê bîrdoziya olandayînê wergerê jî ciyê xwe girt. Îro hemî dinya dike kû hêz û bedewiya wêjeya hev siûd wergire. Ji ber wê, êlma xwe dane ser wergerê. Civatê herî zêde haya wan wêjeya cîhanê heyî. Ên wêjeya wan herî xurtin. Helbet ev yek divê bi zimanê zikmakî be .Kurdekî li bakur wêjeya cîhanê zêdetir bi zimanê metinger dixwîne . Her çiqas wî zimanî baş bizani be jî axir ne zimanê zikmakiye. Ew berhema xwendi jî, dibe sê serî. Yek zimanê berhemê ê resene, yek zimanê xwêner ê zikmakî ye û yek jî ê navberê. Ew zimanê din ê ketiye navberê . Olandayînê qels dike. Di navbera berhem û xwêner de suran lêdike. Di dinyayê de pergala perwerdehiya li ser wergerê, rêk û pêk tê kirin. Wêjeya wergerê heye. Û werger wek beşek ji beşa zanistiyê tê pêjirandin .Îro Kurdên Soran edebiyeta cîhanê bi zaravayê xwe dixwînin. Wêjeya cîhanê raste rast bi rêya zimanê wan ê zikmakî tê ber destê wan. Bona wî bi hêsanî dikeve nav gerîneka wêjeyê û ew jî dirêse. Van salê dawî bi awayekî eşkere, berhmên qedirbilind derketnê holê . Ew yek sedemek giringe ku edebiyata cîhanê bi zimanê xwe naskirin. Mîna hemî dinyayê helbet haya bakur jî giringiya wergerê heye . Weşanên Lîsê jî bi navê cervantes destbi bernameyeke wergerê kir. Bin banê vê bernamê Samî Hêzil jî romana Ali Simith a bi navê Hotel Dinyayê wergerande Kurmancî. Niviskara nûjennûs Ali Simith Hotel Dinyaya xwe him bi mijar him jî bi şêwaz xwe li ser himê nûjen avakirye.Hotel Dinya bi navê xwe ve jî remzeya nûjeniyê ye. Hotel, saziya warê mayinê a îro ye. Di
Wergera Kurdî
Hotel DınyaAli Smith · Lis Basın Yayın · 01 okunma
Baştirîn Vegêr bo Kurdî
Puan vermedi·216 syf.··
2023 141. kitabı
·
5 günde okudu
·
Okunma: 23 Aralık 2023 11:10
Pirtûkekê bifikirin ji aliyê teknîkên romanê ve yek ji wan berhemên herî serkeftî ye belam hîç nirxandinek an jî gotarek bi dilê wê nehatiye nivîsandin, layiqê pesindayînê nehatiye dîtin, li hemberî populeriya wan berhemên çîzovîzo têk çûye. Bimre bêdewletî! Di edebiyata kurdî de kêm berhem hene da zora meriv bibin û mêjiyê merî error bide. Ev berhema Eta Nehayî jî eyn ji wana ye. Nivîsandin tişkî çawan e min tecrûbe nekiriye lê belê têgihiştin ne karê her kesî ye, min vêya baş tecrûbe kir. Ev pirtûk bû sedem da xwe ji aliyê têgihiştina wêjeyî ve rexne bikim. Heta dawiya pirtûkê jî serê min her tevlihev bû lê rêzebûyer ewqas bi tehm bûn min nekir ji destê xwe daynim. Lehengên romanê ji ciwanan pêk tê, ciwanên ku ti xêrê ji axa xwe û evîna xwe nedîtî. Meriv di qedera wan de parîkî ji xwe re jî vediqetîne, lew Kurd in, xwedî dîrokeke kulek in. Ya ku berhemê serkeftîtir dike teknîka vegêr e ku min mînaka wê di ti berhemên kurdî de nedît, dibe ku hebe û ez lê rast nehatibim. Vegêr, yezdanek e ku hem li derveyî pirtûkê ye hem jî perçeyek ji pirtûkê. Vebêjer bi xwe ye, bi lehengan re dirûne, vedixwe, tewir şîretan jî li wan dike. Carinan jî pala xwe dide belgî tenê çavdêriya wan dike. Axir nemir e. Leheng dimirin, ew dimîne. Ev yek şêwazeke cuda dabû berhemê, fêhmkirin zehmettir kiribû, lê bi heman awayî herikîneke xweş û geş dabû binçenga berhemê. Di dawiyê de, ji wan ciwanan ên mêr dimirin, ên jin dimînin; namînin ji ti kesî re, dimînin tik û tenê. Ji perspektîfa rexneya femînîst merî dikare li ser vê rewşa jinê raweste, lê ez ê li vir dirêj nekim, belkî rojekî di gotarekî de... Wek gotina dawî dixwazim bibêjim, di nava her çar parçeyên Welêt de, parçeya Bakur a herî qels e ji aliyê wêjeyê ve. Ev ne îddîayek herweha nêrînek e. Bimînin nav xweşiya pirtûkan da.
Kurdî
Balindeyên Li Ber BêEta Nehayi · Avesta Yayınları · 201316 okunma
9/10
·376 syf.··
Beğendi
·
2023 23. kitabı
Niviskar Nihat Gultekin xebata xwe'y lêkolin û berhevkariyê . A li ser Gelî, wek rêzepirtûk berhev kiriye û bi wî teherî jî çap dike. Dîwarê Me jî Hilweşandin pîrtuka sêyemine(3.)Di vé berhemé de 17 kesan re hevditîn pêk aniye. Ev kes piranî kesê nivşa duyeminin. Tenê şehidek dema siyaseta gelî de hebûye. Ew jî pênç salî buye. Yanê tiştek nayê bîrê. Ew jî wekî şahidên din mezinê wan çawa ji wan re gilîkiriye, ew jî heman giliyê radigihînin. Ê kû bavê wan lê xilas buye, êku ca wan. Axir nivşa duyeminin ,ên mexdurê siyaseta gelî .Di vê pirtukê de niviskar zêdetir li ser hewldanên Muhyedin Akmaz: Ên lêkirina dîwarekî li Adaxeybê disekine. Muhyedin Akmazê bavê wî (bin çendekê neferê malbata xwe de maye û mirinê xilas buye ) dema ew zarok buye. Çi hatiye serê wî û malbata wî. Hemû livo livo Muhyedin Akmaz re gilî kiriye. Muhyedin Akmazê bin bandora van bîranînê bavê xwe de mayî. Dixwaze diwarekî li Adaxeybê lê ke. "Bi xwe bav û kalên min jî tê de ne. Li vir qetlîamek hatiye çêkirinê, bav û kalên me li vir hatine kuştine. Bila ew tiştana neyne ji bîrkirinê, bila hefiza gelê Kurd de bimîne, min loma xwast ez surê çêkim. Yek jî min ber çavê xwe ditiye em xelkê wî gundîne" (r.207). Lê mixabin ev yek alî dewletê tê astengkirin. Ew dîwarê hatî lêkirin jî tê hilweşandin. Xwe navê pirtukê jî. Ew hevoka Muhyedin Akmaz "dîwarê Me jî Hilweşandin" tê. Niviskar bêyî kû behsa pêvajoya biryargirtinê : Ka bi çi hestê bi çi ramanê, ev biryar girtiye û derketiye vê rêye ,bike. Destpêka berhemé de mexset û mirazê xwe, rê û rêbaza teknîka xwe eşkere kiriye . Dema derbasî çîroka şahidekî dibe pêşîyê gala wê/wî şahidî û çiroka xwe a çawa xwe gihandine şahid dike. Piştre dora xeberdanê dide şahid. Dema şahid xeberdide kêm caran dikeve navberê. Ev yek jî dibe sedema herikandine ke
Lêkolîn
Dîwarê Me Jî HilweşandinNihat Gültekin · Doz Yayınları · 20233 okunma