Bi tayê kîjan peyvan tevna birînên xwe birêsim?! Nayê bawerkirin!!
Hîç nayê bawerkirin ev bûyera han. Ewqas evîn, ewqas bendewarî û çira û mûmên hêvîyê yên ku min yek li pey yekê bi giyanê xwe yê şewitî vêdixistin, bi pifekê re vemirîn!!
Ez îşev ji we re dibêjim ku mirov ruhberek e ku bê bendewarî ne tu tişt û hîç û pûç e, însan bê bendewarî hildiweşe, bê bendewarî ji bo heta hetayê bidawî tê.
ev heft sal in kulîlkan nagire
li benda hatina te tahma xwe wenda kir kuçeyên mêrdînê
şerava suryanîyan
ez nema tiştekî qewl dikim
her heft xizêmên te ji min re kiribûn diyarî
li der rê min kir tesedeqa serê nehatina te
li heft jinên qereçî belav kirin
li benda hatina te
min ji bîr kir hemû cîyên neçûyî
Xwedêyo, mirov çi ruhberekî tije bendewarî ye. Çi ruhbereki lawaz e li pêşiya fitneya wê mizgîniya ku qet nayê û divê tu heta qiyametê bendewariya wê bikî.