9/10
·168 syf.··
Beğendi
·
2026 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 26 Mayıs 2026 00:24
Dema min nû pirtûkê da destê xwe min ji xwere got bixwînim nexwînim hewceyî xwendina vê pirtûkê dike gelo (mamoste nebihîze welleh wê nifiran bike) lê piştî min hevoka pêşî "Me bo hebûnê şer kir. Baş e, evqas jiyanên ku qediyane, çi ne? Ez di bin bandora hevokê de mam min fehm kir kū divê kû pirtûk bê xwendin Lîlav di zimanê kurdî de tê wateya ava ku ji helandina berfê dertê, yanî ava biharê ya zelal û hênik. Nivîskar ev nav ne tenê wekî navekî fîzîkî, lê wekî metaforekê bi kar aniye. Çîrokên di pirtûkê de mîna lîlavê ne; carinan sar û cemidî ne (ji ber rastiyên jiyanê yên giran), carinan jî wekî mizgîniya biharê hênikahî û hêviyê didin dilê mirov. Nivîskar vê pirtûkê de şêwazeke gelekî kurt, fersendî (mînîmalîst) û helbestî bi kar tîne. Çîrokên wî dirêj nabin; bi çend hevokan an bi rûpelekê dikare cîhaneke mezin bide avakirin. Ev yek di diyalogên pirtûkê de jî xwe dide nîşandan. Wekî ku di pişt pirtûkê de jî tê gotin, dema ku jê tê pirsîn "Çima helbest û çîrokên xwe wisa kin kin dinivîsî?", ew dibêje: "Mirin li ber deriyê me teva ye. Ez naxwazim yek helbest û çîrok jî di nîvî de bimîne." Ev bersiv bi xwe jixwe felsefeya pirtûkê û leza jiyanê ya di nav sînorên mirinê de nîşan dide. Zimanê pirtûkê kurdiyeke şirîn, herikbar û zelal e. Nivîskar ferhengoka deverê (Batman û derdora wê) û rîtma zimanê axaftinê pir baş di nav hunera çîrokê de bikaranîye Pirtûk rasterast ji dilê civakê û jiyana rojane pêk tê Di pirtûkê de mirov rastî gelek mijaran tê Evîn û Hesret Têkiliyên di navbera mirovan de, evînên ku di nîvî de mane û hesreta demên berê. Şer, Wendabûn û Êş Bandora şer û rewşa psîkolojîk a li ser civakê, trawmayên ku mirov di jiyana rojane de dikişînin. Rastiya Jiyana Bajêe Hevrikiya mirovê nûjen a bi bajêr re, tenêbûn û hewldana hebûnê . Karakterên pirtûkê ne
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201634 okunma
Berf (kar)
10/10
·82 syf.··
Beğendi
·
2026 8. kitabı
·
2 saatte okudu
·
Okunma: 19 Ocak 2026 01:00
Yoldaş, yazar ve müzisyen Şeyhmus Ulaş Karataş ‘ın ilk kitabı, şiir kitabı. Berf Kitabın derinliği ve hissiyatı insanı alıp sur dibine, Diyarbakır’ın o tenha soğuk ama bir o kadar aşk ve anılarla dolu sokaklarına götürüyor diyebilirim. Sadece Diyarbakır’dan bahseden bir kitap değil, Mezopotamya topraklarını, aşkı, hasreti, özlemi, devrimi, sempatizanlığı vurgulayan bir kalemden dökülen ve emek verilmiş bir yaşanmışlık adeta. Kitabın adı gibi şiirlerin de merkezinde bir “kar” hâli var: örten, susturan, ama aynı zamanda iz bırakan bir kar. Bu kar bazen coğrafya oluyor, bazen insanın içi, bazen de konuşulamayan bir geçmiş. Coğrafya sadece bir arka plan değil; şiirin bizzat kendisi. Nehirler, toprak, evler, kokular ve sesler, kişisel duygularla iç içe geçiyor. Şair, bireysel acıyı toplumsal bir hafızanın içinden konuşarak anlatıyor. Bu yüzden şiirler “ben”den çok “biz”e yakın duruyor ama bunu bağırarak değil, sessizce yapıyor. Dediği gibi; “Hicaz düşleyip Kurdi haykırıyorum seni.” Aslında yazarımız haykırmıyor, haykırmak orada mecazi bir anlam taşımakta. O bunu içinde çok derin ve sessizlik içinde yapıyor, yani içinden hakırıyor. En çokta etkilendiğim “Hicaz düşleyip Kurdi haykırıyorum seni” sözü aslında bize şunu haykırıyor; Kitabın içinde bir aşkın veya özlemin sadece sözcüklerle değil, tam bir ezgiyle ifadesi gibi. Hicaz’dan Kürdi’ye uzanan bu geçiş, sadece müzik gamı değiştirmek değil; duygunun tonunu, ritmini ve ete kemiğe bürünüşünü değiştirmek demek. Hicaz, daha hüzünlü bir düş, içe dönen bir his; Kürdi ise daha derin, bazen acı ama köklü bir melodi. Şair burada sadece birini çağırmıyor; hissini “haykırıyor”. İşte yazarımız için “haykırmak” bu anlamı taşıyor bence. Aslında şunuda ekleyebilirim; Bu dize bir aşkı anlatmıyor sadece, onu söylüyor. Hicaz’da düş kurup
1000Kitap
BerfŞeyhmus Ulaş Karataş · Cinius Yayınları · 20243 okunma
Her çiçeğin bir mevsimi, her kitabın bir zamanı vardır. Haziranın tadını yeni hikâyelerle çıkarın.
ROMANEKE XWEŞ û ZİMANEKÎ PİRSÎSTEMÎ
Puan vermedi·88 syf.··
Beğendi
·
2025 9. kitabı
·
32 saatte okudu
·
Okunma: 06 Haziran 2025 17:39
“Deng ji xwe birîn û bêdengî rihê mirovan dike nava kundir-7” Roman bi vê hevoka bi pirsgrêk dest bi rêvîtîya xwe dike û piştre hiş diherike; kuxika bav a bêkeys, şîşikên dayê, X, Y, Z û feminîzmeke nêr ( Hewce ye em hevparîyên vê romanê û romana Eyşana Beravî ya bi navê NOWA binêrin ji bo em karibinj femînizma li edebîyata kurdî nas bikin.) 1- ! Herî pêşî li romanê xalebang bala mirov dikêşe. Çikû xalebang heyecana nivîskaran an jî heyecana nivîskar dixwaze bide xwendeyan temsîl dike. Gelek nivîskar ji bo xalebangê dibêjin “fiyaskoya uslûbê” ye, “bêzewkî” ye, “karektera lawazîyê” ye. Li gorî min jî nehewceyîyek e. Em dikarin xalebangê nola emojîyên li sosyal medyayê ên bi xalbendîyan têne çêkirin bibînin. Mînak: :-) Scott Fitzgerald ji bo xalebangê dibêje “Nola mirov henekekê bike û xwebixwe bi heneka xwe bikene.” Belê, li romanê kesekî bi sê dengan gotîbe “hawar” ma hewce ye ! li dawîyê hebe. 2 - WEKÎ Li edebîyatên cîhanê gelek caran tişt bi şibandinan têne tasvîrkirin û têne vegotin. Li edebîyata tirkî teşbîh/şibandin bi piranî bi peyvekê(daçeka şibandinê “GİBİ”) tê kirin. Loma em di piranîya berheman de rastî hevokên qalib tên. Mînak: "Kendimi sonradan diskotek haline getirilmiş bir huzurevinin tavanı arasında unutulan yaşlı BİR adam GİBİ hissediyordum."ÖLÜ KELEBEKLERİN DANSI-Hüsnü Arkan-14 "Kendimi bir an şehirlerarası terminalde unutulmuş, terk edilmiş bir bavul GİBİ hissettim."RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci(r.135) "O gün kapıyı açmamla kardeşimin sırtlan GİBİ üzerime saldırmasını ve babamın sinek kovar GİBİ beni odadan kovmasını anımsadım. O günün kırgınlığı gırtlağıma saplanmış bir balık kılçığı GİBİ beni rahatsız ediyordu.( RÜYASI BÖLÜNENLER/yavuz Ekinci-131) Li kurdî jî li gelek berheman em rastî gelek şibandinan tên û gelek hevokên
Kurdî
Payîz an jî ZiyabSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 202414 okunma
ANATOMÎYA BERHEMEKÊ Pirpizêkên bizdok-Esra Sağıroğlu
Puan vermedi·80 syf.··
2025 5. kitabı
Berî berhemeke helbestan bixwînim herî pêşî li klîşe û şablona mîzanpajî, li şiklûşemala kitêbê dinêrim. Ev berhem, nola hemû berheman bi klîşeyeke mîzanpajîyê hatîye amadekirin ( ji hin helbestên bijarte yên cîhanê mînak nînin, gaveke baş e). Mînak: kitêb dîyarî kesekê bûye, ev klîşeyeke edebîyatê ye. Her rêzik bi tîpa mezin dest pê dike (li hin deran hatîye jibîrkirin) 1- li vê berhemê “Zimanê helbestê” heye mînak: Zivistanên efsûnî telpeyên ewran şerê qulofîtkan Pirpizêkên bizdok Rûhistînê bizdonek Kenê bitirs sîyek lerzok poşmanîyên derengmayî Serê tivingên hevokan Qeysa lematek Kelehên jinebî Xewna çingo Dantêlên nazbalîfan 2- Klasîkeke helbesta kurdî heye, bikaranîna tasvîrên bi endamên bedenê; Li vê berhemê ne gelek bin jî hene. Mînak: singa bextewarîyê Singa êvarê çengê payizê Enîya êvarê porê şevê lingên xweşbîniyan lêvên wehş, devên tacîzkirinê Qiraxê çavê
Pirpizêkên BizdokEsra Sadıkoğlu · Avesta Yayınları · 20255 okunma
Helbestên Akedemîk
Puan vermedi·80 syf.··
2025 4. kitabı
Selim Temo li qada helbesta kurdî helbestkarekî sereke ye. Ev pirtûka wî ya helbestan jî nola yên din bi "helbestên tîr" têr û tije ye û vê rastîyê bi "hostayîya zimên" nîşanî me dide. Bi ser berhemên xwe yên din neketibe jî ev berhem gelekî ne kêmî wan e. Helbestên helbestkarên akedemîsyen jî akedemîk in. Selîm Temo mînakeke baş e, ji bo "helbestên akedemîk" Çawa ne helbestên akedemîsyenan? Ew helbestên cîhanê ên der û dorê dixwînin, dizanin çi çi ye,çi ne çi ye. Helbet zêde jî "îlhamkar" in. Ez ê çend mînakan bidim. Mînak:"Sîya payîzê" (r.11) Du pirtûk hene bi navê "Sonbaharın gölgesi" Yusuf Mert Sarıtekin û Munîs Faik Ozansoy Mînak: "keştîya min ji bayê bû" (r.13) (Keştîya bayê, Melayê Cizîrî) û bandora Dağ divanı- Huseyin Kaytan "Va li vira raketîye 45 salîya min" (r.16) Yehya Omerî-Nêrgiza li defterê "Şivanê Stêrkan" (r.21) Navê helbesteke Nûden Hezex e. "Tu stêrka şivên î Ez şivanê stêrkan" "derîyê şevê" (r.22) "Gecenin kapıları"- navê helbesteke Atilla ilhan e. Mînak:"dengekî paxirî" (r.31) Navê Pirtûka Rojbîn Perîşan "Bakır sesli kadınlar" e. Mînak: "meytê keştîyan" (r.34) Helbesta Oktay Rıfat Horozcu "telgrafın tellerinde gemi leşleri" Mînak: xewn e, kevn e(r.35)
Şiir
Pûnga Li BajêrSelîm Temo · Dara Yayınları · 2021117 okunma
Divê herkes bixwîne.
Puan vermedi·80 syf.·
2024 24. kitabı
Di hundirê her kesî de kêm zêde gurg hene. Hinekan ew gurgê di hundirê xwe de kedî kirine û hinekan jî ew hovtir kirine. Evna gurgê dupêne û ji gurgê çarpê hovtir û dirinde ne. Dema ev gurg ji hev top dibin hovtira wan zêdetir dibe û dibin revdegurg. Behram û jina wî Eyş ji gurgê dupê direvin ji xwe re malekî nû ava dikin, ji civakê dûr. Ji ber ku xera nebin û sade bimînin ji civakê dûr dikevin. Nivîskar vê dûrketinê wiha dibêje: “Ez divê nehêlim mîkroba kuştin, dizî, vir û derew, find û fêl û zor stemê di memleketê min de hebe. Ez ji destê kar û kiryarên wan direvim. Ez digel jin û zarokên xwe ji destê wan xwe vedişêrim, îcar çawa ez ê bihêlim ew hemû mîkrob ku hejmara wan nayê zanîn piyê xwe danin nav memleketê min de?” Nivîskar gelek hêlan ve civak û sîyaseta vê rexne dike. Hizbên sîyasî li kuderê dibe bila bibe hertim dixwaze gel li ser fikrê wî be û li gorî wî bifikire. Ji fikrê cuda hezm nakin. Nivîskar jî ji ber vê fikra wan a çep rexneyê xwe ji wan kêm nake: "Tenê eger partiya te fermanê bide te, eve dibe. Hûn nikarin fermana partiya xwe red bikin. Ecêb e!.. Eger bêje bimirin, hûn ê bimirin.” û di cîyekî din de jî wiha dibêje: "Tu niha kadroyekî hizbî yî û tu heta ber gewriyê ketî nav siyasetê. Ez jî kesekî bi tenê me ku ji wê civakê reviyame û dibêjin tu dixwazî bi siyasetê wê civakê çê bikî." Mixabin civak û piranî jî civaka rojhilata navîn pere, zêr û zîv û berhevkirina van gelek hez dikin. Dewlemend gelek dewlemend û feqîr jî gelek feqîr in. Ew dewlemendîya ber feqîra ketîyî jî ji wan distînin. Nivîskar vê çavpirçitîyê jî wiha tîne ziman: "Bîzê min ji wan kesan tê ku bi qasî çiyayekî milk û mal kom kirine, lê dîsan jî her bilez in bo zêdekirina wê. Min desthilat hebe, ezê hemû sermiyana wan zeft bikim. Piştre her bi wê sermiyanê, ez ê di xîm de girtîgehekê
Kurdî
Revde GurgHusên Arif · Pall Weşan · 202427 okunma