Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
ku gul nebe, dil çi ye? ku kul nebe, bilbil çi ye? te ne gul û ne kul e, dil bibe bilbil, çi ye?
avesta r.16Kitabı okudu
Di nava biska şevê de du gul şevçirax in çavên te
Sayfa 49 - avestaKitabı okudu
Reklam
Bênder
li bin heman esmanê ji kederê min bawerî anî bi rastîyê, bi qasî derwêşekî zikir kir bi qasî rêwîyekî meşîyam nebûm kelem li pêşîya ronahîyê girîyam li kêlek dayîka berxê xwe diyarî axê kirî bavê destvala vedigere mala xwe li ber êvaran û bûm şirîkê hest û hêrsa xortê mêrxasî û dilpakîya xwe ji xwe re kirîye taştê û firavîn û min dît ruhê xwe yê di miqama işqê de di nav ferhenga cîhanê dinimîne de tîpek im li hevala xwe gerîyam di dengê xwe yê gurr de li olana xwe ya bi nalîn min di jûrên bi keder de veşart xewnên xwe yên xeternak ey rêberê xweşkelamê dê bibînî dema hatim derenca ewil ya dadgeha adilane ku min dilek ji hevrîşim danaye li ser gulê û min ji dil û can gotina xwe got bi sed kul û derd bêndera xwe rakir û min bê xeyd û tirs deftera xêr û guneha amade kir berî ku sûretê min spî bibe
Nameyek şandiye hevala min Bi peyvên ji gul çêbûyî
Tu bi xunavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan Te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî Di şevên teng û tarî Di rojê sar û seqem de Min xwe avêt hembêza çavên te yên keskeşîn Li kîjan gulê biniherim tu vedibî ji nişka ve Navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, gul vedike Tam li nîveka vê çîroka nûjen
avesta yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Herî xweş tarîtî digunce li lênûskê Li qorzîyên nepen ên dilê min Roj bi roj nîşanekan xêz dikim li rûyê xwe yê ji keserê Her bîranînek dibe çûkek Û xwîna rabirdûya gulê Ya wek kirasekê li bedena min alandî Diçirûsîne qedera min Bi tîrêjên simsipî diwîçin Û heyranokan distrên Her ku diniqute li ser kaxezê Jîyana di tahma qesîdeyê de Şîvereyên dûr dihêwirin li bîbûka çavên min
avesta yayınlarıKitabı okudu
çavnebar
Di zaroktiya min de kitikên min hebûn mîna xewnên şevên dirêj rengorengo û dibiriqîn Di xortaniya min de kevokên min hebûn bi baskên xwe azadî ji ber dikirin Di zilamtiya xwe de destbirakên min hebûn her yek zinarek ji pola gul berhev dikirin ji nav birînan Gundek min hebû şên bû, şa bû ji stêrkên Havîne Bêhtir azad bû Di payîzek şilî û malkambax de teyroka çavnebaran bariya ne gund, ne kitik, ne kevok qesra xweşiyê jî hilweşiya
Destbirakên min hebûn Her yek zinarek ji pola Gul berhev dikirin ji nav birînan
Sayfa 21 - avestaKitabı okudu
Reklam
" Me dît wek bayê bezê borîn ji rûpelên dîroka welatek sêwî bejna wan ji çiya bilindtir rûyê wan ji heyvê geştir û xwîna wan şîrîntir ji hingiv ji gezo gul dibarîn ji singê wan."
Me dît wek bayê bezê borîn Ji rûpelên dîroka welatek sêwî bejna wan ji çiya bilindtir rûyê wan ji heyvê geştir Û xwîna wan şîrîntir Ji hingiv Ji gezo Gul dibarin ji singê wa...
Sayfa 23
20 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.