Di zaroktiya min de
kitikên min hebûn
mîna xewnên şevên dirêj
rengorengo û dibiriqîn
Di xortaniya min de
kevokên min hebûn
bi baskên xwe
azadî ji ber dikirin
Di zilamtiya xwe de
destbirakên min hebûn
her yek zinarek ji pola
gul berhev dikirin ji nav birînan
Gundek min hebû
şên bû, şa bû
ji stêrkên Havîne
Bêhtir azad bû
Di payîzek şilî û malkambax de
teyroka çavnebaran bariya
ne gund, ne kitik, ne kevok
qesra xweşiyê jî hilweşiya
Tu bi xunavstêrkan hatî, bi pêlên bagera gulan
Te bi tîna dilê xwe germ kir bedena min a qerisî
Di şevên teng û tarî
Di rojê sar û seqem de
Min xwe avêt hembêza çavên te yên keskeşîn
Li kîjan gulê biniherim tu vedibî ji nişka ve
Navê te tê nivîsîn li rêza ewil a her rûpelê
Birîneke kevnar e Şirnex; xwîn jê diçe, gul vedike
Tam li nîveka vê çîroka nûjen
Rûdinişt li hewşê li hember Cûdî
Kilam digot û birînên xwe dikêwandin diya min
bevê min...
li bin heman esmanê ji kederê
min bawerî anî bi rastîyê,
bi qasî derwêşekî zikir kir
bi qasî rêwîyekî meşîyam
nebûm kelem li pêşîya ronahîyê
girîyam li kêlek dayîka berxê xwe diyarî axê kirî
bavê destvala vedigere mala xwe li ber êvaran
û bûm şirîkê hest û hêrsa xortê mêrxasî û dilpakîya xwe
ji xwe re kirîye taştê û firavîn
û min dît ruhê xwe yê di miqama işqê de
di nav ferhenga cîhanê dinimîne de tîpek im
li hevala xwe gerîyam di dengê xwe yê gurr de
li olana xwe ya bi nalîn
min di jûrên bi keder de veşart xewnên xwe yên xeternak
ey rêberê xweşkelamê
dê bibînî dema hatim derenca ewil ya dadgeha adilane
ku min dilek ji hevrîşim danaye li ser gulê
û min ji dil û can gotina xwe got
bi sed kul û derd bêndera xwe rakir
û min bê xeyd û tirs deftera xêr û guneha amade kir
berî ku sûretê min spî bibe
Herî xweş tarîtî digunce li lênûskê
Li qorzîyên nepen ên dilê min
Roj bi roj nîşanekan xêz dikim li rûyê xwe yê ji keserê
Her bîranînek dibe çûkek
Û xwîna rabirdûya gulê
Ya wek kirasekê li bedena min alandî
Diçirûsîne qedera min
Bi tîrêjên simsipî diwîçin
Û heyranokan distrên
Her ku diniqute li ser kaxezê
Jîyana di tahma qesîdeyê de
Şîvereyên dûr dihêwirin li bîbûka çavên min
" Me dît wek bayê bezê borîn
ji rûpelên dîroka welatek sêwî
bejna wan ji çiya bilindtir
rûyê wan ji heyvê geştir
û xwîna wan şîrîntir
ji hingiv
ji gezo
gul dibarîn ji singê wan."
Me dît wek bayê bezê borîn
Ji rûpelên dîroka welatek sêwî
bejna wan ji çiya bilindtir
rûyê wan ji heyvê geştir
Û xwîna wan şîrîntir
Ji hingiv
Ji gezo
Gul dibarin ji singê wa...