- Pirs û bersiv, kurmên pirsgirêk û çareseriyan in.
Çi ne qurmên ku mêjî, bi kêşe û dahûranî çêdikin
Heke mirov nebe, ew bi serê xwe çend pere dikin
Û her tişt bi pereyan tên pîvan, me gotiye: naxêr!
Ew bi pere û pûlan nayên pîvan ku bêne firotin jî
Û me gotiye ku mercên giran, bi bedelên biha ne.
Asûriyan di maweya 1250-850 BZê da bênavber êrîşî mîrnişiyên Zagrosê/Kurdan ên berî Medan kirine û di encama vê yekê da van mîrnişîniyan di nav xwe da yekîtiyek çêkirine û dewleta Mad/Med ava kirine. Bi gotineke dî hemû di bin banê Medan da kom bûne. Pir aşkera ye ku eger ne heman milet bûna ev yekîtî dê pêk nehata.
Bazı hikâyeler tam tahmin ettiğin gibi ilerler. Bazılarıysa son sayfada tüm bildiklerini sorgulatır. 🤯
Ters köşeleri seviyorsan, seni sonuna kadar merakta bırakacak 3 kitap önerisini keşfetmeye hazır ol!
Tu jana giran î,
Navê te nezanî,
Bê şik tu neyar î
Bi hogir û yar î
Yarên te neyar in
Bo min wekî mar in
Jehra wan a cankuj
Lêvên wan ê xwînmij
Millet kirin sermest
Nezan dîl û bindest
Qelsok û reben jar
Bindestê kolîdar
Ev bûne hezar sal
Bê rûmet û bê al
Di helbestên li nav rûpelên Hawarê de belav bûne, teswîreke jinan ya cuda balê dikişîne. Li vir jin ne tenê dayik, xweh, destgirtî an jina mêrekî ye. Welat bîzzat bi jinê, an wek destgirtiyekê, dayikekê an wek xwehekê tê tesewirkirin. Teswîra welêt ya wek jinekê di wê dewrê de û di beriya wê de gelek mînakên wê hene. Yek ji wan wêjeya farisî ye ku Afsaneh Najmabadi¹ ji bo wêjeya Îranê ya sedsala 19mîn têkiliya wê bi wêjeya klasik re datîne û wisa şîrove dike: Welat wek laşê jinekê hatiye texeyyulkirin ku mêr divê bêtir jê hez bikin, xwedî lê derkevin, di rêya wê de bên kuştin. Çawa ku di helbesta klasîk de eşqa îlahî bi laşê jinê dihate texeyulkirin, an di laşê jinê de rû dida, vêga eşqa welat di laşê jinê de rû dide. Lê di encamê de, ev rabêjeke wisa bi xwe re tîne ku jin jî wek welat divê bê parastin, pêdiviya welat bi parastina mêran heye, ne ya jinan. Jin ne dikare li welêt xwedî derkeve ne dikare li xwe xwedî derkeve. Namûsa wê namûsa mêran e, divê xwedî lê bê derketin, ji tecawiza neyaran bê parastin. Ji bo seferberkirina mêran ew têgehên pre-modern li vir dikevin bin xizmeta têgeheke modern, neteweperweriyê.
Dil û mêjî bûne weke kevokên evînê; ew dixwînin, difirin, hal û hewal dipirsin, radimûsin, hez dikin. Dil û mêjî, kevokên evînê, cîh û wext nenasin. Gava best li wan radibe, hesret nefes li wan diçikîne, ew dest bi xwendinê, dest bi firê dikin.