Türk demek dil demektir. Milliyetin en bariz vasıflarından biri dildir. Türk her şeyden önce ve mutlaka Türkçe konuşmalıdır.
Gönül gibi kelimelerin Batı dillerinde karşılığı yoktur.
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Yabancı dil bilmek, anadiline çevirebilmek demektir. Türkçe'sini bilmediği için, çeviremeyen kişiler, yabancı dil bilmekle, öne sürüldüğü gibi bir kişilik daha kazanmış olmaz, kendi kişiliğini de kaybetmiş olur.
Neteweyên dekolonîzebûyî mîna zarokên dê û bavên temenmezin in, qels çêbûne û êş dikşînin, mîna fêkiya bêyî ku baş bigihêje bi darê ve hişk bûye. Projeya neteweyî ya neteweyên dekolonîzebûyî bêderman maye berî ku dest pê bike, piranî ji ber ku ew netewe ji seqetiyeke dîrokî mizdarib in -pir dereng çêbûne.
Kurdî
Paytexta Medan bajarê Hemedanê bûye. Dema Keyqubad dewleta xwe ava kiriye ew der wek paytext hilbijartiye. Berî wî jî ew der bajar bû û navê wî bajarî "Hengmadan” bû. Peyva "heng”ê çawa ku di peyvên wek serheng û hengameyê da tê dîtin, watayê komê dide. Lewma Hengmadan tê wateya koma Medan. Hengmadan dawiyê sivik bûye û şeklê Hemedanê wergirtiye. Heçî “Ekbatan” e, ew varyanta diyalekta Hexamenîşiyan e. Ji ber ku di diyalekta Hexamenîşî da “d” dibû “t” navê vî bajarî di kîtabeyên xwe da wek "Hengmetan" nivîsîne û ew jî di devê Yûnaniyan da bûye Ekbatan. Berî Keyqubadî paytexta Medan Medaîn bû ku bajarekî nêzî Bexdayê bû. Medan ew der wek "Medayan" (Madayan) anku bajarê Medan bi nav kiribûn. Lêbelê ji ber ku li wê derê heft bajar [yan bajarok] hebûn, Ereban bi şaşî peyva Medaînê wek pirjimara "Medîneyê (bajar) fêm kirine, wateya "bajaran” lê bar kirine û di encamê da wateya wê ya berê hatiye jibîrkirin.
Kurdî
Herçiqas damezirînerê dewleta Medan ji aliyê Herodotî ve wek Deioces hatibe destnîşankirin jî di babeta damezirînerê dewleta Medan da di nav dîroknasan da yekîtiyek tuneye û Keyqubad (Arbas), Kewaksar (Kewakşatar/Xwaxeşter), Dixo (Diyaxo/Diyako) û Tûs (Tiyos/Diyokes) ji aliyê dîroknasên cuda ve wek damezirînerên dewleta Medan hatine destnîşankirin. Dîroka damezirîna dewleta Medan jî ji dîroka ku Herodotî jê ra destnîşan kiriye kevintir e. Lewra di 2100ê BZê da Asûrî û Medan şer kirine û şahê Asûriyan şahê Medan têk biriye. Li gor ku Medan di wî wextî da bi Asûriyan ra şer kiriye pêwist e avabûna wan ji wî wextî jî kevintir be. Lewma hêj ne zelal e ka damezirînerê dewleta Medan kî ye û damezirîna vê dewletê di çi wextî da bûye. Li gor vê, ji kesayetên navborî kîjan wek damezirînerê dewleta Medan bê destnîşankirin ferq nake, ewê bibe nûavakerê dewleta Medan ne damezirînerê wê. Li gor baweriya ku Merdûxê Kurdistanî gihîştiyê, di navên navborî da herî zêde Keyqubad guncaw e ku bibe nûavakerê dewleta Medan ku ji aliyê Herodotî ve jî wek damezirînerê Keyaniyan hatiye nîşandan.
Kurdî