Ji ber derdan 'eceb bê taqet im ez
Bi min dinya qewî çirkîn e îro
Hetta kengî bikêşim întîzarê
Te helkir agirek der sînê îro
Were carek bi dîdara te şa bim
Me bê te derd û xem pir dîne îro
Tu yî ruh û rewan û reheta min
Qirar û sebr bo min nîne îro
Carekê tacirekî Bexdayê ola bavê min mîna kêmaniyekê dît û gotê:“ Muameleya te gelekî qenc e lê filletiya te!”
Bavê min gotê: “Eger kêfa te ji muameleya min were, ola min zîyanê nagihîne te.”
Ez gelek dêşim
Tu b' ser min na kevi
Ti b' dil neyarî
Û dosta bi devi
Min dil û can tev
Sipartine te
Ji bo çi kubar
Tu ji min di revi
Ez pir jê te hezdikim
Ti b' qedrê min nizanî
Ev dilê min gelek
J' bo te xem hilanî
Carek were cem min
Bê je tu cawanî
Te z' pîr û kalkir im
Zeryê tu ciwanî
Ma ne te nadim
Bi vê dinyê tevi
Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min
Te alellah çi(h) zatî tu çi(h) wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu
Heyat û reheta can im”sebahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê
Sebahul xeyrî mesta min,letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta