Oidipusê Kurd Li kolanên Ewropayê Çîroka Xwe Dihone
10/10
·152 syf.··
Beğendi
·
2024 139. kitabı
·
9 günde okudu
·
Okunma: 30 Kasım 2024 10:46
"Ziman; cîhanê, her roj ji nû va ava dike..." Eve demeke dirêj e min berhemeke hewqas serkeftî, bi tehm û têrgoşt nexwendibû. Tê da çi tune ka :) Ne tiştekî hêsan e ku nivîskar rastî û xeyalê di binê guhê hev bixe, di navberê da hewqas teknîkan bi kar bîne, di taliya talî jî ji heqê wê derkeve. Gelek caran nivîskar di nîvî rê de têk diçin an jî tê da gut dibin, nikarin jê derkevin, lê Kamuran Çakir yek ji wan nivîskaran e ku dawiya tunelê dîtiye. Nivîskarê me ji Serhedê ye, ji êla çuxuriyan e, [ ez jî çuxurî me ji ber wê ekstra hej jê dikem:) ] ev, berhema wî ya ewil e û ji nav weşanên Pallê derçûye. Ya rastî piştî hevnasîna vê berhemê, ji bo edebiyata Kurdî, hêviya min geştir bû. Cara ewil nebe jî yek ji wan kêm caran e ku ez dibînim berhemeke Kurdî çawa di nav edebiyata cîhanê de ji xwe'r cîhekî qewîn çêd'ke. Berhem ji me ra çîroka pezkovîyekî (navê leheng e ev, ne ajalek e), vedibêje ku ev pezkovî tim di nav lêgerînekî da ye, em dikarin bibêjin ew, rasterast li mirina xwe digere. Lê di vê lêgerînê da ji me ra çîrokan dibêje ku ew çîrok bi xwe jî di nav çîrokên din da ne. Ev teknîka honakî (fiction) bi awayekî serkeftî hatiye neqişandin. Di heman demê de, em tenê çîrokan maxwînin, li pişt perdê her tim dengê mûzîkên cîhanê têne guhêd me û em car caran jî diçin sînemayê, şanoyê yan jî li mala xwe em fîlmên Godard, Kaurismaki, Wenders, Duras û hwd temaşe dikin. Ev tevliheviya hunerê meriv ji hiş miraz da dixe. Dîsa, di nav berhemê da em rastê "bênasnamebûna eşqê", "têkiliyên homoseksûel", "redkirina sînoran" "bûyer û lehengên mîtolojîk" û her wekî din tên. Di heman demê de, ev çîroka pezkovîyê Kurdistanê xwe dispêre çîroka Oidipusê Yewnanî ku ev cara duyem e ez dibînim berhemeke Kurdî îlhama xwe ji vê çîrokê girtiye. Welhasil, tiştên xweş xweş in, hêjayê dîtin û
Gava Pezkoviyek li New Yorkê Bê KuştinKamuran Çakır · Pall Yayınları · 202425 okunma
ROJEKE TYLER, NIETZSCHE, HEIDEGGER Û SARTRE TAŞTÊ DIXWIN..
Puan vermedi·218 syf.·
2024 5. kitabı
Chuck Palahniuk di pirtûka xwe ya "Koma Şerî" de, li dijî civaka serfkariyê, nirxên dinyaya nûjen û krîza lêgerîna wateyê bi serîrakirina Tyler Durden derdikeve. Di vê serîrakirinê de em dikarin di navbera Tyler Durden û mirovê raser ê Nietzsche de têkiliyek kûr a felsefî bibînin. Gelo bi rastî jî Tyler mirovê raser ê sedsala 21an e? Ji bo em vê pirsê bibersivînin divê em hinekî bi kûr lê felsefeya wan baş binêrin û em analîzek baş ji her duyan derxînin. MIROVÊ RASER (Übermensch) Em analîza xwe pêşî ji mirovê raser ê (Übermensch) Friedrich Nietzsche dest pê bikin. Têgeha mirovê raser a Nietzscheyî, di pirtûkên wî yên li ser exlaq û nirxan de, cihek gelek girîng digre. Wextê Nietzsche digot "XWEDÊ MIR" di heman demê de dixwest bibêje ku pergalên exlaqê û nirxan li ber mirinê ve diçin. Wî wisa bawer dikir, piştî mirinê, bi navekî din hilweşînê, divê mirov xwe û nirxên heyî ji nû ve ava bikin. Di vê avakirinê de jî mirovê raser di asta herî bilind de cih digre. Ew sembolek e ku nirxên xwe diafirîne, xwe azad dike, îradeya xwe şanî dinyayê dide û wateya jiyanê diyar dike. Her wiha ew hemû nirxên kesane û civakî yên hatine çêkirin xem nake û dibe afirînerê jiyana xwe. TYLER DURDEN Û MIROVÊ RASER Beriya dest Tyler bikim divê behsa kesekî din bikim. Navê wî ne diyar e lê em ê jê re bibêjin serleheng. Tyler Durden, ji hişê serlehengê me jidayîk dibe. Lehengê me li gorî Tyler mirovekî çep e. Ji çepê qesta min jî mirovek ne ji mirovên serdema xwe ye. Ew xwediyê gelek taybetmendiyên mirovê raser ê Nietzscheyê ye. Tyler hemû rêzik û nasnameyên ku ji aliyê civakî ve hatiye pejirandin red dike û ji bo mirov ji wan rêzik û nasnameyan, xwe xilas bike ji wan re rêyek xirakar ava dike. Armanca Tyler ew e ku mirovan jê xulamtiya civaka serfkariyê xilas bike û bê tesîra civakî, bikaribe mirov xwe ji nû ve
Kurdî
Fight ClubChuck Palahniuk · Vintage Books UK · 199711,4bin okunma
📚🔔 Tatil zili çaldı! Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞 Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
di dinyaya xwedayê mirî de, li pey şopa mirovê raser!
Puan vermedi·335 syf.·
2024 77. kitabı
HIN MIROV PIŞTÎ DIMIRIN, JIDAYÎK DIBIN. (Zerdeşt wisa xwest) Di nivîsa jor de jî tê xuyan, Nietzsche baş dizanibû di wextê xwe de wê neyê fêm kirin. Belê hin kes di jiyana xwe de nirxê heq dikin nastînin. Karê ew dikin, berhemên ew çêdikin zêde bala mirovan nakişînin. Lê piştî ev kes dimirin ji nû ve jidayîk dibin. Bi saya kar û ramanên xwe navdar dibin. Van Gogh û Nietzsche jî mînakên herî berbiçav ên vê yekê ne. Van Gogh di jiyana xwe de tenê çend tablo firotine û debara xwe nekiriye, lê piştî mirina wî berhemên wî ji aliyê bi milyon kesî ve hatiye ecibandin û buhayên gelek mezin ji bo berhemên wî hatine xerckirin. Nietzsche jî hinek jê cuda bû. Ji ber ku wî dizanî, wê rojek were mirov jê fêm bikin. Heta digot ramanên min, ne li gor vê demê ne, ji vê demê wêdatir in. Wekî nietzsche jî got ramanên wî yên felsefî di dema xwe de hîç nehatibin famkirin jî piştî mirina wî berhemên wî bi kûrahî hatine vekolîn û ev vekolîn bûne sedema tesîra li ser gelek tevgerên felsefeyî. Wekî min got Nietzsche bawer dikir ku ramanên wî ji dema xwe wêdatir in. Heta ku di pirtûka xwe de jî dibêje, guhê ku min bibihîze niha tune ye. Yanî dixwaze bibêje ku ti hiş tune ye ku min fêm bike. Ti çav tune ye ku min bibîne. Her wiha ev yek heye divê bê gotin şert û mercên civakî û çandî yên dema wî jî li ne li gor ramanên wî bûn û di wê wextê de fikrên wî yên radîkal û nûjen fam bikin û qebûl bikin jî tune bûn.. Ji ber vê yekê, wî jixwe re digot divê dem derbas bibe da ku bila ramanên min bi tevahî werin nirxandin û fêm kirin. Ji ber vê yekê berhemên Nietzsche di dema xwe de ji aliyê girseyek mezin ve ti car baş nehat fam kirin û qebûlkirin. Lêbelê, piştî mirina wî, bi taybetî di destpêka sedsala 20-an de, ramanên wî bêtir hatin xwendin û niqaşkirin. Li pey vê xebatên wî ji hêla gelek
Kurdî
Böyle Söyledi ZerdüştFriedrich Nietzsche · Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları · 202447,7bin okunma
BABA TAHÎRÊ ÛRYAN (HEMEDANÎ)
Puan vermedi·144 syf.··
2023 18. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 01 Mart 2023 22:06
Li Ektebana (Hemedan)'ya ku paytexta Medan bu hatiye dinyayê Yekemin helbestvanê Kurdan ê ku tê zanîn û tê nasîn e Bi vi aliyê xwe dikare bê gotin ku bavê helbesta Kurdi ye Di helbestên xwe de li gel ku zaravayên Lorani Goranî û Kurmancî yên Kurdî bi kar aniye ci daye zarava û zimanên îrani ji Navek ji wan navên mezinên teriqeta "Ehl-il heq" e Helbestên wî ji aliyê endamên terîqetê ve bi berfirehi hatiye bikaranîn û bi saya wan heta roja me hatine. Ji xeyni "Dubeyti"yên wi yên ku li gelek zimanan hatine wergerandin berhemên wî yên bi navê "Al- Kalimat al Kisar (wecize) û Al-Futu- hat al-rabbaniya fi işarati al-Hama- diniya" (versiyona kurtkirina weci- zeyan) ji hene. Ji gotinên wî 368 heb li Tehranê hatinê weşandin Li hemedanê mirîye Helbesta wî ya bi navê Delal Ku dil dilber be lê xwe dilber kî ye Eger dilber dil be lê navê dil çî ye Ez dil û dîlber tev li hev dibînim Nizanim ku dil ku û dîlber kî ye Delal herdu çavê min qesrên te ne Nav her du çavê min cîhê pîyên te ne Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî Û bi mijangên min biêşin pîyên te"
Kurdî
DubeytîlerBaba Tahirê Uryan · Hece Yayınları · 20198 okunma
Kurteanalîzek Li Ser Pirtûka Evdal Baqî, "Bablîsok"
Puan vermedi·104 syf.··
2022 30. kitabı
Pirtûk ji kurteçîrokek û yanzdeh çîrokan pêk tê. Bi rastî jî her çîrokek û xwedî gerdûneke cûda bû di nav xwe de. Dixwazim ji hêla her çar hêmayên ku hemî çîrok li serê ava dibin li vê pirtûkê binêrim lewra vê pirtûkê ji dil jî heq kir ku mirov li serê lêkolînekê an jî analîzekê bike. Cih/Mekan: Ji mêj ve ye min çîrokên bi vî qasî xwedî taybetiyên mekanên Kurdewarî nexwendibû herwiha cihên ku bûyer lê derbasdibin wekî gund, hewş, eywan, girê cinan, mizgeft, bîr, ser xênî û hwd. Nivîskar di çîroka "Ev Lîstik Bi Mirinê Xelas Dibe" de mekanekî ku di mêjiyê her kurdî de an jî hema bêje li hemî gundên Kurdan ku cihek wisa taybet heye ava kiriye "Girê Cinan" cihekî efsûnî û mişt tirs jixwe ji navê wê jî diyar e. Ez bawer im di zaroktiya me hemûyan de cihekî wisa bi efsûn, cihekî wisa bi tirs hebû. Qet tune be mezel(gor)ên gund xwedî taybetiyeke wisa ne bi gelemperî. Girê Cinan, ne gengaz e ku xwendevan nebe wî cihê taybet ku di zarokatiya wî/wê de navê 'tirs'ê li mêjiyê wê/wî nexş kiriye û heta bi heta dê di binhişiya wê/wî de bijî. Ezê yek bi yek li ser mekanên hemî çîrokan nesekinim lewra nivîs dê gelekî dirêj bibe. Wext: di çîrokan de wext wextê zarokatiya me ye, ne anha ye. Her çiqas di hin çîrokan de qala dema têdeyî bê kirin jî ew ji bo leheng û nivîskar e lewra dema mirov dest bi xwendina çîrokan dike bivê nevê mirov niqûyî gola demên berê dibe. Nizanim gelo bi zanebûn 'bîr' ewqasî hatiye bikaranîn an ji ber ku li wê herêmê bîr pir tên bikaranîn ev tesadûfek e lê bi ya min çiqasî bi zanebûn çiqasî bê zanebûn be jî ew bîr binhişiya nivîskar bi xwe ye û ew binhişî jî bi gelemperî ji demên zarokatiyê mane. Bîr metaforek e û di wateya 'wext' , 'dem' ê de bi gelemperî tê bikaranîn. Herwiha di destpêkê de jî gotina li ser bîrê bawer im tesadufeke xweş e Di hin çîrokan de ji
Kurdî
BablîsokEvdal Baqî · Wardoz Yayınları · 015 okunma
Perwerde ya Ziman li Rojavayê Kurdistanê
Puan vermedi·212 syf.··
2021 106. kitabı
·
2 saatte okudu
·
Okunma: 20 Aralık 2021 19:28
Şerê li Sûrî derfetek mezin ji bo Kurdên Rojava derxist holê. Em Bakurî jî pir meraq dikin gelo Rojavayî ew derfeta bi çi awayî kar anîn? Her çi qas aliyê leşkeriyê ve werin nasîn û bêtir li ser çapemeniyê xuya bikin jî , meraqa me bêtir li ser perwerde ya ziman bû. Fatma Savci bi wêrekiya xwe di wan salên dijwar de diçe Rojavayê Kurdistanê û rewşa gelê me û şoreşa Kurdan bi nêz ve dibîne û dîtinên xwe bi me re jî parve dike. Ev nivîsanan dibin Rojnivîska Rojava . Xala herî girîng jî ew e ku rola jinên me di pêvajoya şoreş û perwerde ya ziman de ye. Nivîskara hêja gotinek bo dîroke tomar dike " Qur'ana ku bavê min xwendî , eger ku ev keçikên me heqê xwe li xelkê me yê Sûrî helal nekî, ew cinetê bi çavê xwe nabîne ya extî."
Ber Bi Binxetê ve Rojnivîska RojavaFatma Savci · Avesta · 201212 okunma