https://youtu.be/sz3fX6Dizlg?t=11&si=M8KL3sI_WVABQz8h
Cegerxwîn - Koma Miletan Welatê kurda tev xêr û bêr e, Hemî maden e tev ziv û zêr e, Lê çi bikim îro maye j’xelkê re. Welatê kurdan hemî çîmen e, Egîd û sêr û piling tê hene, Hemî haval û pismamên me ne. Pês li dinyê du dewlet hebûn, Yek jê Faris bû, ew em bi xwe bûn, Tirk û tazî û ecem tune bûn. Em ne tazî ne, ne tirk û rom in, Xwedan pasan e, lesker û kom in. îro wêran in bin destê bûm in. Xelkê em kustin avêtin çeman, Begler û pasa di nav me ne man, Koma miletan eman û eman. Koma miletan ma qey tu ker î, çavê te kor e tû l’ me nanerî, Yaxûd dijmin î, tu j me nagerî. Koma miletan hûn polperest in, Der heqê me de hun qewî sist in, Dijmin bi dostî em îro xistin.
Helbestê Kurdî
Wesiyeta Qazî Mihemed Wesiyet Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan. Ey gelê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min î qehrxwarî û gelê min î zorlêkirî! Va ye ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev. Li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş nefiroşin dijminan. Dijmin her û her dixwaze ku tenê karê xwe bi we pêk bîne û qed bi we re merhemetê naket; di her firsendekê de qed li we nabihure. Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê şêfqet in. Sembola serkeftina her gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiriya gel a gişî ye. Her gelê ku yekîtî û tebayiya wî nebe; ewê hertim di bin destê dijmin de be. Tu tiştê we, gelê Kurd, ji gelên li ser rûyê vê erdê ne kêmtir e. Belkî hûn, bi mêranî, egîdî û hêjatiya xwe, ji gelên ku rizgar bûne li pêştir in jî. Gelên ku ji destê dijminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne. Lêbelê yekîtiya yên ku xwe rizgar kirine hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê îdî bindest nebin. Bi yekîtî, nekirina hesûdiya hev û xwenefirotina dijminan hûn dikarin rizgar bibin. Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê Birayên min! Îdî bi dijminan neyên xapandin, dijminên Kurdan ji kîjan reng, destek û neteweyê dibin bila bibin, her dijmin in. Bê merhemet in, bê wijdan in û rehmê bi we nakin. Dê we bi hev bidin kuştin, dê we li hemberî hev hev çavsor bikin û bi derew û xapandinê we bînin beramberî hev. Ji tevî dijminên Kurdan, dijminê herî zalimtir, mel'ûn, Xwedênena û bêmerhemet Ecem in. Destê xwe ji tu sûcên li dijî gelê Kurd venakşîne. Di dirêjiya dîrokê de bi gelê Kurd re xerez û kîna vî gelî ya kevnar hebûye û heye jî. Temaşa bikin, binêrin gelek zilamên we yên
Dema yekî hez dikin,çi avahî bibe"heval,bira,dost,yar"ferq nake;xwe kêm nekin,paşê hûn bi wê kemkirina xwe poşman dibin.Mînak hûn çiqas hez bikin jî,çiqasî bidin ji dibe ku nirxa ku hûn didin vegera wê nabê,paşê hûn e bibînin ku nirxa ku hûn heq dikin ew kes dide yekî din e. NIRXA BÊ VEGER POŞMANÎ YE.
Xirabo Xirabo, Weleh û bileh tu xirabî Tu bi galgalê , bi gotinê çênabî Malê te pirr e , ji canê te re ezabî Qama te kin e , hemberî taximê memikê min nabî Şevên Kanûnê dirêj in , tu ji ber serê min ranabî Belkî debare te dibî , aboriya min di mala bavê min de nabî Xirabo , Weleh tu xirabî Tê ji dinyayê , ji alemê xirabtirî Tu ji koma pismamê min çêtirî .. Xirabo , havîn e , xweş havîn e Nanîne cehîn e , û dewê tirşîn e Serax û binaxa min û xelkê delal ebakî şalîn e Heçî derdê dila ne dî be , bila nebîne ! Tu rabe ji min re gûzaneke berberan bîne Ezê serê memikên xwe biçepilînim Ji kalan re bikim taştê, ezê ji xortan re bikim firavîne Bazê dilê min , rojika rojiya sê mehan digire Bila êvarê pê fitara xwe bişkinîne Xirabo , xirabê dinê , te mîka xwe daye bi bizinê Te gula xwe daye bi sosinê Te berê xwe daye qetlê û sêpêya Zînê Ez û xirabê bi tenê , şevê nîvê şevê li zikakê li binya malan li hev rûniştin Me gilîkê xwe pev kirin û gazindên xwe dihiştin Kundê şikêran , wawikên ber devê çeman li halê min û bejna zirav diponiştin Mîrêkên gorê di mezelan de , ên ku îsal hezar û pênc sed sal mirî bûn , kefenê xwe li cemcûmê serê xwe gerandin , li ser qebrê xwe rûniştin , li halê min û bejna zirav poniştin Ez bi te re dost bûm , tu bi min re dijmin bû yî Tu li paş xanîkan li min diqelistî , te derbek bi tifingê berda min , ez dikuştim Şevê nîvê şevê , te bi destê tola jina xwe girt û ez li ber dîwara dihîştim Xirabo , dîno , min bihîstî tu zewicî , te ji xwe re yek dixwestî Heke ji min çêtir be , bila li te helal be , li wî canî , yan na , ezê tu nifira li te nekim , tu dûrî destî
Kurdî
Sir, noxte û insan
Kaînat di noxteye de sir bû Wê noxteye sirre xwe ferc kir Çerîxi bû dewran Însan di canê dayîka xwe da çiqa noxteyêk bû Wê noxteye ji sirre xwe ferc kir Bû însan, berê insanên nêçar bû Mifte di berê şîre dayîka wî hebû Bi ziman hat qezîya kêm kir Bû insanê kêm! Insanê kêm çi vaxte ku sirre noxte hûûûû kir bû insanê kamîl. Ew sir Cemal heq e heq Cemal e
Edebiyat & Roman
Xwendina pirtûkan zaf xweş e , lê hin pirtûk hene mirov xwe dinav wê de dibîne mirov bi karekterên wê re dibe heval her karekterik mirov dizane çiqasî dirêje an kin e esmere an gewre , tew hin pirtûk hene heta mirov bi rengê dengê wan jî zane wisa bi xwendinê re dengê wî karekterî di guhê mirov da olan dide .! Çi çîrokên ku rehmetîyê bavê min ji me re gotibû hema bê tev di vê pirtûkê de bi awayekî cuda û balkêş min xwend ! Aha hin nivîskar têra xwe û sertêra xwe ji heq derdikevin mîna Sadiq Ûskan , sihet xweş pênûsa te qewin be .! Gurê Manco Sadık Üskan
Edebiyat