Wîjdan; kurte-çîrokeke xweşik, lê di nav rûpelên zeryên kitêbeke kevnar de jibîrbûyî. Wîjdan; sonateke nermik û melûl, lê li ser piyanoyeke bi torên pîrhevokan rapêçayî û sonata musîknasekî kal, tenê û jibîrbûyî. Wîjdan; bîranîneke nezelal ji rojên rabirdû, mûyekî şikestî ji firça wênekêşekî dîn...
her tim ji min re digot;
helbesta xwe ji şikeftê derxe bîne bajêr
gund, çîroka yên temen heştê salî ne
lê negot, ku bajar;
ji guran dirindetir
ji hirçan hovtir
û ji şikeftan tarîtir in
Tişt bi xwe wisa ne, mirov hogirî tiştekî yan kesekî dibe lê demê nabîne ku li çîroka wî tiştî yan wî kesî bihizire û birame. Lê te hew dît ji nişkê ve pêla xwestina raznasînê xwe li kenarên hizra te dide û dihêle ku tu li pê razan bigerî.
Tenê evîndar dikarin zanibin rengê ariya evînê çawa çavan kor dike, ji ber vê divê ez her evîndarî şîret bikim ku çîroka xwe ji tu kesê ku evîn nedîtibe re nebêje, da ku qemûşkên ser birînan bi tênegihiştina xwe ranekin, da ku kuştinê ducar nekin.