Em nexweş in.
Gelo nexweşiya me çi ye?
—Em nexweşê axaftina bi zimanên biyanî ne !
Ji ber vê nexweşiyê xewn û xeyalên me ne bi kurdî ne. Ji dayîkbûnê ve dil û mêjiyê piraniya me bi êş û jana vê nexweşiya kembax tê sotin.
Û ev pirtûk derman e.
Dermanê xewnên bi kurdî ye,dermanê xeyalên bi zimanê şêrîn û xweş e ,dermanê jiyana bi xeml û xweş e.
Em li diroka cîhanê meyzînin.
Sûmera zimanê xwe ji bîr kirin û zimanê Akada hildan.Bi vê yekê ew bûn Akad.
Akadan zimanê xwe ji bîr kirin û zimanê Aramêyan ji xwe re kirin zimanê dê. Bûne aramêy.
Êlaman jî zimanê farsa hilda û bûne fars.
Gelo em dixwazin bibin kî,bibin çi ?
Çi tişta çûyî mirov dikarê ciyê wê dagirê ,lê zimanê bav û kalan dema çu tu caran ciyê wî nayê dagirtin.
Bi gotina Dr.Nûreddîn Zaza bila gotin bi dawî bibe.
“Gelî kurdan ,eger hûn naxwazin ji hev taromar bibin berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidine naskirin û hezkirin bi rûmet û serbilind bijîn disan zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”
Vê pirtûkê bixwînin û bidin xwendin,di mala we de bila ciyê vê pirtûkê hebe...
Dîyarkirina lêkolînan raste yan ne raste nizanim lê ji ber ku vê pirtûkê min bi xêra wa xwend û hêjayî dîyarîya ne jî, lêkolînê dîyarî wa dikim. Hûn her hebin hevalên
https://1000kitap.com/SeidKurdi û
Şahîn Alataş
Ez lêkolînên xwe de ya di destpêke de yan jî dawîyê de bi kurtayî behsa nivîskarê pirtûkê dikim. Lê ev car ez
Ev pirtûk çîroka herî dirêj bû ku ji zarokatiya xwe ve ez lê guhdarî dikim(dixwînim). Berî ku nêrînên xwe û çend gotinan di derbarê vê pirtûkê de binivîsim dixwazim pêşî hestên xwe bînim ziman. Herwiha dema min dest bi pirtûkê kir û ez hêdî hêdî pê ve çûm min xwe weke lehengê qirase Mîrze Mihemed hizir kir. Ez jî weke wî terayî bîrekê bûm ku heft