𝐘𝐚𝐫𝐞̂ 𝐣𝐢 𝐝𝐞𝐫𝐞̂ 𝐦𝐞𝐲𝐤𝐞𝐝𝐞𝐞̂ 𝐦𝐢𝐧 𝐦𝐞𝐤𝐞 𝐛𝐞̂𝐛𝐚𝐫 𝐞𝐲 𝐬𝐞𝐲𝐲𝐢𝐝𝐞̂ 𝐦𝐮𝐱𝐭𝐚𝐫
𝐒𝐚𝐪𝐢̂ 𝐤𝐮 𝐭𝐮 𝐰𝐢̂ (𝐞𝐬̧𝐡𝐞𝐝𝐮 𝐛𝐢𝐥𝐥𝐚𝐡𝐢̂) 𝐤𝐮 𝐢̂𝐫𝐨 𝐗𝐚𝐧𝐢̂ 𝐛𝐮̂𝐲𝐞 𝐦𝐞𝐲𝐱𝐰𝐞𝐫
Yarê, ey serwera hilbijartî, a ku min ji nav hemî xoştiviyan hilbijartî û dilê xwe dayê, tu min ji derê meyxaneya xwe derneêxe û bê par neke, û ew meyxaneya tu saqiyê wê bî îro, misoger Xanî dê lê bite meyxor.
Mebesta wî ew e ku bêjit: "Ey mehbûbê min! Tu min ji 'işqa xwe bê par neke; çunkî ew karek e min taqeta wî nine, û ew 'işqa bo te bit û tu tê da meşûq bî, bê guman Xanî dê li pêşiya koma 'aşiqan bit, û hema ez bi agirê vê 'işqê mubtela bûyîme; çunkî me'şûq tu yî, vêca hêviya min ew e ku tu me ji kerema xwe bê par nekey."