Welat çi qas xweş û rind e keçikê lê lê
Mîrov tê de ser bilind e delalê lê lê
........
Ez dizanim,welat xweş e lawiko lo lo
Bê welat jîyan nameşe delalo lo lo🎶🎶
"Jana te ya dil jana min e lo
Delalo delalo delale min
Ger min nedin ne gunehe min e lo
Hevalo hevalo hevale min"
***
"Gönlündeki o sızı benim sızımdır
Yakışıklım, yakışıklım, yakışıklım
Sana kavuşamamak benim suçum değildir
Hayat arkadaşım, hayat ortağım"
-Malan Bar Kir, Aynur Doğan
Kulîlka te
Li ser çavên min
Bibore delalo
Ez kulîlkan naçînim li dil
Lew li welatê min
Bilbil şervan in, gul bê helbestin
Keçên rû heyvîn
Bi temesî û bi kofiyên reş in
Mêrxas û egît
Bi bextê reş in
Bibore delalo
Kulîlka evinê nede destê min.
Haymatlos
Lavikê xweşik
Kesî tu nasname xwe yî netevî ,layiqî te ne di dît
Tu sînor nema tu lê negerîya Haymatlos
Lê tu her welatî tu dihat qevirandin delalo
Tu dêşîya ez bi ter dêşiyam
Tu digrîya bi ter digrîyam
Ax Haymatlos
Te nasnama bexwedî ti yê
Te ji mir miras hişt lavê bexweda
Tu ver lo lavikê xweşik
hinarokê çavê xwe pakij ke
Û vere tu
Xwe baweje sînorê helbestê mi
Ez ala te Rakim welatê xwe Haymatlos
Vere lavikê xweşik
Zu bi rê kev û vere
lavikê bê nasname
Lavikê bêxweda
Zu ver Haymatlos🌼🌺🍀