Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur
Eşa birînê germ be tu pê dernaxe ;sar bi be tê bike qerîn û tê rêhet bi be delalo…
Ji Qedrî Can Re
Ey hevalo, delalo! Tu her tiştî dizanî... Di zimanê me kurdan, tu wek Melayê Xanî Tu xortekî çelengî; ez kalekî zemanî; Dil û gerden şikestî, bendewarê xizanî... Xwedê te xweş bihêle, tu xortekî ciwanî. Erê ruwê te roj e, tava wê da diyara Devê te wek bişkoj e, nû derkeve ji xara Porê serê te sor e, mîna gula zinara;
Reklam
Nesrîneke Wendayî
Ey delalo! Delalê nesrîna li ber ba Ketî, Delalê kêla bê nav û gora bê deng û bejna li nav wê Raketî
Bêwar Îbrahîm
"De were delalo em herin Dêrsimê, li kolanên wî bajarî ji min re çîrokên hevalan bêje."🥀
Takî Hêvîyê
Demeke dûr…….. Ez û hêviya xwe li ber hev didin Takî nazike….. min jiyan dike Geh !! tenê min dihêle Geh!!
Ogit...
Nê la lao, ne lao, lacê mino delalo şîn meverde warê mi nê çê çênê, khê çênê, çena mina delale çhîk meverde zerrîa m... youtu.be/5KwUc7sZjv4?si=...
Reklam
Ax dîtina min û seydikê min çû roja qiyametê ay de rabê seydiko seydevano migo biçiko Tifalo dengbejo bilûrvano hey şalû şapik ax delalo ji bergûzê va neryano #roboski
Arka fonda da Şakiro’nun ölümsüz eseri…
Ey delalo! Siwaren hespe şîn boz li ber linge min hatine xwar. Le min ji wan re got: Her û her delale dile mine siwar.
226 syf.
·
Puan vermedi
·
5 günde okudu
Delalo! Êşê tenê nehêle.
Dema min ev pirtûk dît, ji ber nav û bergê wê min yekser girt ji bo xwendinê, lê mixabin hinekî di nav refên pirtûkan de li benda xwendinê ma. Piştî demekî va ye min xwend û ji bo vê derengmayînê lêborînê ji dara sincê dixwazim. Ev romana mamostê Dilawer a ku di sala 2018an de ji weşanên LÎSê derçûye, ji aliyê teknîkên romanê ve gelekî xurt bû, ji aliyê naverokê ve jî bi têra xwe serkeftî bû. Leheng bi hest û tevgerên xwe ve meriv dikare bibêje bi serê xwe bûn, me dengê wan dibihîzî û hestên wan hîs dikir, ev ji bo xwînerên ku ji stereotîpan aciz in sedemeke xweş e ji bo xwendina berhemê. Bûyer hem ji devê kesê yekem hem jî ji devê kesê sêyem hatibû vegotin, ev qaîde pergaleke qewîn dida berhemê, di gelek cihan de jî em pêrgî dîyalogan û pêrgî monologên hundirîn dihatin. Herwiha teknîkên ku ji bo romaneke serkeftî divê, di berhemê de yek û yek cihê xwe girtibûn. Mala yezdanê berhemê ava be. Du serlehengên me hene ku tevna bûyeran li dor wan dizivire û berhem ji sê beşan pêk tê: Xwenasîn, Hevnasîn û Xwezanîn. Her du lehengên me du zarokên heman navçeyê ne ku piştî salan li heman girtîgehê ji nû ve li rastê hev tên. Bi vî awayî hevnasîn pêk tê. Piştre ev leheng bi hev re diçin zarokatiya xwe û di hin mijaran de li xwe mukir tên, bi vî rengî jî xwenasîn dest pê dike. Taliya talî berhem bi xwezanînekî ve kuta dibe. Wek gotina dawî dixwazim vêya bibêjim ku cihê herî zêde kêfa min jê ra hat gotinên dara sincê bûn ku wek dayikekê şîret li lehengê romanê, pê re jî li xwendevanên romanê dikir. Serenavê nirxandinê jî ji wan şîretan hatiye girtin. Xwendinên we bila wek bêhna dara sincê bin.
Bêhna Dara Sincê
Bêhna Dara SincêDilawer Zeraq · Lis Basın Yayın · 20183 okunma
71 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.