Puan vermedi·96 syf.··
2025 26. kitabı
Helbesta Japonî a gelerî Haîkû, alî rêbaz ; Sê rêsteyê 5+7+ 5 ango bi 17 kiteyan pêk tê . Bi hişmendiya xwe jî grêdayê felsefeya Zen' ê ye.Zen; rêya, jiyana xwerû hişê zelal û hestên hênûn dide pêşiya mirov. Tevlî vê bi xweza re lêvhatî ye. Kêlî bi kêlî, gav bi gav di xwezayê de, bi xweza rê dijîn, demsal himê serekeye;guh didin demsala û rê didin ber jiyana xwe. Tevna Haîkû' yan jî li ser dem û demsalê hatiye sazkirin. Fikir, raman, hêst hemî hêmanên jiyanê bi liv û tevgerên xwezayê;fikirên herî mezin, hêstên herî kûr bi kêliyeke xwezayê tê ravekirin. Em werin li ser Haîkûyên Berken Bereh; Hestên kûr bi ristineke hênûn divê kanî diherike nava dilê xwîner. Hêman diguhere, hêst diguhere lê riste qet hînbûnê naqete direse hey direse. Cîb ciya xweza hebû lê kêlî qet tunebû, bi demsalê remzekirin hema bêje qet tune bû. Wek a gelerî 5+7+5 tunebû lê bi tevahî 17 kîteyan pêk dihat. Helbestên Bereh ên sê riste û 17 kîteyan pêk dihat pir xweşbûn mala Helbestvanê dilovan ava, pênûsa wî her sax be.
Edebîyata Kurdî
HaikuBerken Bereh · Avesta Yayınları · 202021 okunma
Windahî û têkoşîna gelekî
Puan vermedi
Gurê Manco ya Sadiq Ûskan. Pirtuk 435 rûpele û ji weşanxana Wardoz ê hatiye çapkirin. Leheng/ Karakter: Karakterên romanê bi aliyên xwe yên civakî û derûnî de gelekî balkeşên. Berî her tiştî, Kesuma kesayetiyek e ku bi kesayetiya xwe ya bihêz derdikeve pêş xwendekara. Di demên cuda de bi navên cuda gazî wê kirine; Mayda - Nofa – Maya; wê di temenê xwe yê zarotiyê de di komkujiya Ermeniyan de malbata xwe winda kiriye, lê bi saya bedewiya xwe ew xilas bû ye. Malbata ku ew ji xwere biriye di dema xelayê de bi kîsek mevîj firotine. Dawiyê ê ku Kesûma kirîye, ew li hember doza xwînê radestî malbateke din kiriye. Kesûma pir rastî zilm û zorê hatiye. Paşê, kurê xwe Mirad li dû xwe dihilê û bi evîndarê xwe Hadî re direvê binxetê. Lê ji ber ku nikarin li wir xwe bi cih bikên, ti ne gundê Guhbende bi cih dibin. Êşên Kesûma ew bi hêz kiriye. Ew bijîşk û rêberê gund e. Gundî bê erêkirina wê ti biryaran nadin û li ser her mijarê gotina wê li ber çavan digirin. Kesûma ne tenê aqilmendê gund e, lê di heman demê de çalakvanê gund e jî. Di rûpela 196 an de ‘Keran bi guh nekin!’ û rûpela 227 an de ‘Mirêka însan peywa devê wî ye’ ev hevok karakteran eşkere dikin. Dema ku gurê manco tê gund Kesûma nêzî 60-65 sal emr jiyaye. Karakterê din ê girîng Pipo/Kinyaz e. Ew bi awayekî bi zurna xwe ve girêdayî ye. Ew gelek caran hewl dide ku bi mîzahê li hember dijwarîyên jiyanê ser bikeve. Dema ku ew bi Kesuma re şerabê vedixwe, ew dibe fîlozofek! Di rûpela 174 an de ‘ … Însan ha di bin avê da ha li ser rûyê dinyayê be, eynî ye. Doza giran ev e ku însan xwe bi qirşikekî bigirê û nehilê bifetise. Min xwe çeng kir darê zirneyê û pif kire.’ Ev hevok bi awayekî lêgerîna aîdiyetê ya karakter nîşan dide. Di xew de jî, bi xurxurîna xwe kesên li dora xwe aciz dike. Bi taybetî ew û sofiyan li hevdû nakin;
Gurê MancoSadık Üskan · Wardoz Yayınları · 20246 okunma
Reklam
NIRXANDINEK LI SER PIRTÛKA "MIRINA KALEKÎ RIND"...
Puan vermedi
Te jî ji diroka miletê xwe karek li ser xwe girt. Ew dibe karekî giran. Jixwe barên giran para mirovan, para mirovan jî barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asêtir dibin. Herçend hildikşî û ji deștê dar dikevî, diwestî, lêbelê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî. Wekî ev gotin bêkêmasî ji Mehmed Uzun re hatiye gotin. Ji ber ku Mehmed Uzun di bin nav hezar zorî û tunebûnê de berhemên xwe afirandiye û pêşkêşî me kiriye. Bêguman tehma tev berhemên wî jî cipcuda û çêjdar e. Di nava vê romana wî de jî tehma xerîbîyê tê. Bivê-nevê mirov tehm jî dike. Mirov, "Dibîne ku axa pîroz, axa ku mirov li ser hatiye dinyayê ye." Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li Stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin... Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne. Piştî ku Serdar Azad û hevalê xwe sînorê derbas dikin, diçin gundê herî nêzik. Demsal payîz e. Û ew êvar Serdar Azad û Kalê Rind rastî hev tên. Serdar Azad fêm dike ku bilûrvanê hoste Kalê Rind kesekî cipcuda ye. Cudabûna wî bi gotinên wî, şîrovekirin û axavtina wî, muzîk û amûrên wî diyar dibû. Banga ku Serdar Azad bi Kalê Rind re dike wekî nameyekî ye. Rind helbestvan e, rêzdar û qelender e. Ew hosteyê tesewûfê ye ku rasteqînê digere û hin caran jî dibîne. Piştî du salên din Serdar Azad vedigere li Kalê Rind dinêre, li guhdarî dike û li gorî
Kurdî
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,934 okunma
Nûbihar
8/10
·96 syf.··
2021 44. kitabı
·
21 günde okudu
·
Okunma: 21 Temmuz 2021 07:34
Ji sala1992 de heta naha her demsal bi hêjmara xweya nû li hêvîya xwendevanê xweye. Kovara Nûbihar ev 30 Şale li ser huner, çand, dirokê vs. disekine. Xwendina wê sivik û xweşe. İnş ev xebata çand û huneri bidome. 1992 yılından beri her mevsim Nûbihar dergisi okuyucularını beklemekte. Nûbihar dergisi 30 yıldır kültür, edebiyat, tarih vs konular üzerinde durmaktadır. Dili hafif akıcı. İnş bu edebi ve kültürel çalışma devam eder.
Düşünce
Nûbihar - Sayı 155 (Bahar 2021)Nûbihar Dergisi · Nûbihar Dergisi Yayınları · 20213 okunma
Bu inceleme herkese hitap eder. Türkçesini yorumda bulabilirsiniz.
9/10
·128 syf.·
2020 58. kitabı
Dixwazim bi gotinên Celadet Alî Bedirxan dest nirxandina xwe bikim. "Xorto! Te ji diroka miletê xwe karek li ser xwe girtiye. Ew karekî giran e. Jixwe barên giran para mêran, para mêran barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asêtir dibin. Herçend hildikşî û ji deștê dar dikevî, diwestî, lê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî." Wekî ev gotin bêkêmasî ji Mehmed Uzun re hatiye gotin. Ji ber ku Mehmed Uzun di bin nav hezar zorî û tunebûnê de berhemên xwe afirandiye û pêşkêşî me kiriye. Bêguman tehma tev berhemên wî jî cipcuda û çêjdar e. Di nava vê romana wî de jî tehma xerîbîyê tê. Bivê-nevê mirov tehm jî dike. Mirov, "Dibîne ku axa pîroz, axa ku mirov li ser hatiye dinyayê ye." ----------------------------- Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin... Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne. Piştî ku serdar Azad û hevalê xwe sînorê derbas dikin, diçin gundê herî nêzik. Demsal payîz e. Û ew êvar Serdar Azad û Kalê Rind rastî hev tên. Serdar Azad fêm dike ku bilûrvanê hoste Kalê Rind  kesekî cipcuda ye. Cudabûna wî bi gotinên wî, şîrovekirin û axavtina wî, muzîk û amûrên wî diyar dibû. Banga ku serdar azad bi kalê Rind re dike wekî
Kurdî
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,934 okunma