Ji destpêka tarîstanê;
Ji wê roja afat pê de hatî û karesatî,
Heta weke îro, ma çi bû û çi nebû?
Çend demsal buhurîn,
Çend hewar kerr bûn,
Çend zevî hişk bûn,
Çend hêvî zer bûn,
Çend êş û kul şîn û der bûn,
Xwedê dizane!
û ev dilê reben
Hê perîşan e!
Hê çav bi te şil û dil bi te nêm e,
û hê jî ez ê bi tenê me...
Çarîn
Çend demsal derbas bûn, di ser çûyîna te re Çavê min hîn bi biharê neketîye Nizanim kîjan biharê veşartîye hatina te Bi tenê agirê hesreta te di dil de vêketîye