Nirxandina Romana "Madonna bi Mantoya Kurk"
Puan vermedi·168 syf.··
2026 4. kitabı
Sabahattin Ali bi romana xwe ya "Kürk Mantolu Madonna" (Madonna bi Mantoya Kurk) di edebiyata cîhanê de cihekî nemir girtiye. Her çiqas ev berhem bi tirkî hatibe nivîsandin jî, mijarên wê yên mîna tenêtî, evîn û xerîbiya mirov a li hemberî civakê, gerdûnî ne. Li jêr nirxandineke vê klasîka mezin bi zimanê kurdî heye: Nirxandina Romana "Madonna bi Mantoya Kurk" 1. Mijar û Destpêka Çîrokê Roman bi çavên karmendekî ciwan dest pê dike ku li kargehekê bi Raif Efendi re nas dibe. Raif Efendi mirovekî bêdeng, li ber xwe ketî û mîna "miriyekî zindî" ye. Lê piştî mirina wî, gava lehengê me deftera wî ya bîranînan dixwîne, em dibînin ku di bin vî rûyê sar de çîrokeke evînê ya pir kûr û bi êş veşartî ye. 2. Têkiliya Raif Efendi û Maria Puder Dilê romanê li Berlînê lê dixe. Raif Efendi li galeriyekê rastî tabloyeke bi navê "Madonna bi Mantoya Kurk" tê û di ber wê tabloyê de winda dibe. Paşê ew bi xwediya tabloyê, Maria Puder re nas dibe. Maria Puder: Jineke serbixwe, azad û ji mêran bêhêvî ye. Raif Efendi: Zilamekî hesas, şermok û di nav xeyalan de ye. Têkiliya wan ne tenê evînek e, lê belê lêgerîna du ruhên tenê ye ku di nav qelebalixa dinyayê de hevdu dîtine. 3. Hêmayên Serekî: Tenêtî û Xerîbî Sabahattin Ali di vê romanê de nîşan dide ku mirov dikare di nav malbata xwe de jî, di nav bajarê xwe de jî bibe "xerîb". Raif Efendi ji ber ku nikare xwe ji civakê re rave bike, xwe di nav bêdengiyê de vedişêre. Maria Puder jî ji ber rasteqîniya xwe, xwe ji dinyayê dûr dixe. Ev her du karakter dibin neynika "mirovê modern" ê ku di nav qerebalixê de bi tenê ye. 4. Şêwaza Nivîskêr û Psîkolojî Hêza pirtûkê ji analîzên psîkolojîk tê. Sabahattin Ali bi hostayî ruhê mirov diweşîne. Ew behsa "dunyaya hundurîn" a mirov dike ku kesên din wê nabînin. Nivîskar nîşan dide ku her mirovek xwedî
Kürk Mantolu MadonnaSabahattin Ali · Yapı Kredi Yayınları · 2025376,2bin okunma
Lûtkeya Çîroknûsiyê
Puan vermedi·103 syf.··
Beğendi
·
2025 88. kitabı
·
22 günde okudu
·
Okunma: 23 Ağustos 2025 16:01
"Çi dikenî? Ya tê vegotin çîroka te ye!" -Horatius Heya dinya xweş ava be, wê çîrok bên gotin, bên nivîsandin û bên dubarekirin. Bê guman her civak çîrokên xwe hene, ev çîrok gelek caran civakan ji hev vediqetînin, carna jî civakan nêzî hev dikin, pireyekî di navbera wan de çêdikin. Mirovahî bi çîrokeke hevpar dest pê kir, wê bi çîrokeke hevpar bi dawî bibe.. Edebiyat jî bê guman ji çîrokên heyî welidiye, bingeha çîrokên edebî ji pirsgirêk û bûyerên civakî pêk tê. Em werin ser çîrokên edebî yên kurdî. Wek tê zanîn edebiyata devkî li gorî ya nivîskî bêtir pêş ketiye. Sedemên vê gelek in helbet lêbelê wek sedema sereke em dikarin rewşa kurdan a xwe birêvebirinê nîşan bidin. Her çiqas giran meşiya be jî ev pêvajo, îro edebiyateke nivîskî ya xurt li ber çavê civaka xwe û hemû civakan heye. Di edebiyata kurdî de, qasê ku min bala xwe dayê, çîroknûsî bêtir pêşketiye. Gelek çîroknûsên me yên hêja hene. Mehmet Dicle jî yek ji wan e. Herî zêde jî ev taybetmendiya Dicle bala meriv dikişîne ku ew çîrokên gelêrî û yên modern di heman demê de dikare vebêje, dikare tevlihev bike û tiştekî nû biafirîne. Mehmet Dicle, di navbera edebiyata gelêrî û ya modern de wezîfeya pireyekî dibîne. Hem çîrokên bav û kalên xwe divejîne hem jî tiştên nû diafirîne, ji pêşerojê re bingehekî datîne. Ji ber vê yekê çîroknûsiya Dicle pirr bi qîmet e. Min Mehmet Dicle nas dikir lê qet pirtûkên wî nexwendibû, tenê nivîsên wî yên kovaran min xwendibû. Bi xêra pirtûka Narayê min ew nas kir û gelekî poşman im ku min ewqas bi derengî xist. Çîroknûsiyeke mihteşem! Bi dilekî rehet dikarim bibêjim Nara yek ji wan pirtûkên herî serkeftî yê çîrokan e di edebiyata kurdî de. Zimanekî zelal, herikbar û vegotineke hewqas ji dil! Pirtûka Narayê ji heşt çîrokan pêk tê. Hemû jî pirr xweş bûn lê min herî zêde ji çîroka bi
NaraMehmet Dicle · Avesta Yayınları · 201026 okunma
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Keştî Dinya ye, Naxudayê Wê Winda ye!
10/10
·112 syf.··
2025 9. kitabı
Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976’an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in. Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne. F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e? Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê. Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî, kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye. Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye. “Ew çend dûr in kêlîk gava bîr
Di Keştîyekê DeFerit Edgü · Cervantes Yayınları · 20201,067 okunma
HEÇKUÎZMA DUXALÎST
8/10
·206 syf.··
Beğendi
·
2025 12. kitabı
·
12 günde okudu
·
Okunma: 26 Haziran 2025 10:52
Lİ DÛ BİHUŞTA BERZE “Heke em mehkûmê zemanekî bin, zeman jî mehkûmê mekanekê ye.” 186 Çîroka Profesorekî ketî duv folklora efsaneyên dîrokê û Sofî Omer. Profesorekî dêya wî Pûr Xanim (Colemergî) û bavê wî Kanî Beg (Cizîrî); profesorekî li Zurîha Swîsrê hatî dinyayê, li wê derê çûyî zanîngehê û piştre, “bo bernameyeke nava zanîngehan tê Amedê, careke din paşve venagere-73” . Çîroka Profesor Mîrza: “,agahî ji Mîrza re tê, KU dayika wî, bi mêrekî Alman re diçe, bavê wî dide dû jineke Fransiz. 74”. “…rojekê nameyek ji welatê biyanî jê re tê KU dibêje; dayika te miriye bila hayê te jê hebe.” 74 Û û û “Jîyana Profesor Mirza hatibû û li gotina “heçku” asê mabû.” Û û û “Hûû Eşimm Wihû! Tûşî Papa! Ho Şaturna!” Û kutekuta dilê wî li ser bêndera şevê gêre dikir. -175 Çîrokeke enteresan, balkêş lêbelê em ê ne li ser tevna çîrokê û teşeya vegotina romanê rawestin, bêtir behsa kesayîya zimanê li romanê bikin. “Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. Dinya lê hatibû hev..heçku. Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” 227 1- Êdî qîma dilê wî bi Çİ gotinan nedihat û sebra wî bi ÇU tiştî nedihat. 2- Dinya lê hatibû hev..heçku. 3- Dîsa dihat û diçû xwe li “heçkê heçkuyê” asê dikir. 4- Her tişt jê re bi qasî “heçkuyekê” dûr, bi qasî “heçkuyekê” jî nêzîk bû.” Ev çar hevokên li pey hev “kesayîya zimanê li romanê” nîşanî me dide lêbelê dîsa jî em li tevahîya romanê binêrin. 1- .. Duxalîzm (cotxalîzm) Tişta li romanê herî ewil bala mirov dikêşe, bikaranîna xalbendîyan e. Ji bo li romana nivîskar a bi navê 4 Kotra 4 Çela bala min kêşabû, bi teybetî min bala xwe da bikaranîna xalbendîyan. Ji vê hêlê ve vegûherîneke darîçav xwe dide xwîyandin. Anarşîya
Edebiyat & Roman
Li Dû Bihûşta Berz EOmer Dilsoz · Peywend Yayınları · 20222 okunma
Li ser Vegera Malê (Homecoming)
Puan vermedi·112 syf.··
2025 50. kitabı
·
34 günde okudu
·
Okunma: 13 Haziran 2025 11:57
"Divê çend sînoran derbas bike mirov, ji bo bigihîje mala xwe." -Awirên Ulyssesê Mal çi ye? Xanîyekî ji çar dîwaran têra pênaseya vê têgehê dike gelo? Şenber e mal yan bi gotina lehengê fîlmê, tenê hestek e mirov dijî? Ji bo mirov bikaribe behsa aîdbûnê bike gelo mecbûr e xwediyê malekî be? Yan jî wek Adorno mirov dikare xwe bêmal û bêhal pênase bike? Ma hemî dinya dikare bibe mala mirov? Di van her du sedsalên axiriyê de têgehên wek "mal", "aîdbûn", "bêcihûwarbûn", "sirgûn", "takekesî" û hwd. derdikevin pêş; di hemî beşên hunerê de jî em rêça van têgehan û lêpirsînên li ser wan dibînin. Vegera malê, yek ji wan têgehên edebiyatê ye û bi têgehên li jor re eleqedar e. Ji vegera malê ya Odysseia vir ve ye em dizanin ku mirov tim dixwaze berê xwe bide koka xwe, vegere ser eslê xwe. Ji bo vegera malê pêk were divê berî wê meriv ji malê derkeve, jê dûr bikeve. Ev derketin an jî dûrketina ji malê her tim bi dilê mirov pêk nayê, carna jî mirov bi mecbûrî terka mala xwe dike, an jî ji mala xwe tê derxistin. Em ê îro di vê nivîsê de jî bi kurtasî behsa nivîskareke kurd Suzan Samanci bikin ku piştî çend salên sirgûnî (dûrketina ji malê wiha pênase bikin em) vedigere mala xwe, ango bi zimanê xwe karê xwe yê edebî pêk tîne, lewra dûrketina wê ya ji malê di esasê de ne bi dilê wê ye. Li vir "mal" zimanê zikmakî ye. Zimanê zikmakî di nava xwe de hemî endamên malê dihewîne: çand, civak, kevneşopî, dîrok, netewe û hwd. Samanci, bi zimanê tirkî dest bi nivîsandinê dike, naveroka nivîsên wê her çiqas kurd û Kurdistanî be jî ziman ne zimanê malê ye. Ji ber hindê piştî çend berhemên bi tirkî, nivîskar biryarê dide ku êdî berê xwe bide mala xwe ango bi zimanê xwe binivîse; lewra pesndana malê û jiyîna li wirê ne heman tişt in. Ew Jin û Mêrê Bi Maske, berhema
Ew Jin û Mêrê Bi MaskeSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 201518 okunma
ZİMANEKÎ OPORTUNÎST
8/10
·64 syf.··
2025 8. kitabı
Nivîskarekî piçîskek hedonîst, piçek pesimist, hindek nihilist û gelek nîvrealîstê klasîzma modernîst û xwedîyê zimanekî heta tu bixwazî oportunîst. Berhema Kurê Dêlê bi gotineke Hesenê Metê û gotineke Mo Yan a bi ne sentaksa kurdî dest pê dike (Li destpêka berheman çendek gotinên kesên namdar bûye klîşeyeke berheman.) û piştre bi hevokeke kompleks a nîvrûpel (9 KU, 9 Û, 9 BÊHNOK û xalebêhnokek -ne tesadûf e, mûcîzeyek e-) Û “Roja ku, arîşeyeke mezin, binçîneya rexneya hunera wênesazîyê, li gel” Ji destpêkê heya îro berhemên nivîskar û kesayîya nivîsbêjîya wî, bi teybetî/baldarî dişopînim, dixwînim. Nivîskarekî sereke ye, yê li nivîsbêjîya kurdî teknîka “herikîna hiş” zêde û serkeftî bi kar tîne. Heyecaneke ecêb (ne kelecan) heye li rihê wî. Ji kû dizanim? Ji xalbendîyan, ji bangexal/bengeşanan, ji kevanekan, ji tîrikan. Li qada sazkirina hevokên kompleks (Bi her du maneyan) zaf serkeftî ye. Mînak; li her berhema wî navên hûnermendên cîhanê miheqeq hene. Carcaran xwe zêde nawestîne, bi “û”, “ku” û “bêhnokan, komhevokan çêdike. Min li berhemên Bextîyar Elî dîtibû, hevokeke wî –bi zimanê orjînal(soranî)- Besam Mistefa li wergerê(kurmancî) kiriye neh hevok. Dwahemîn Henarî Dunya (orjînal/soranî) 1 Hevok (.) 7 bêhnok(,) Hinara Dawî Ya Dinyayê (werger/kurmancî: Besam Mistefa) 9 Hevok (.) 0 bêhnok(,) 1- Nivîskar, hemû herem/devok û versîyonên wan nola berhemên xwe yên din, li vê berhema jî bi kar anîye. Dilê ti hereman nehiştîye, ti devok j’ê kêm nemane. wek 18-31-32-38-39-47-53-53 wekî 16-25-28-29-40-40-44-47-49-49-51-57 weku24 seba16 mîna 24-27 mînanî 52 fena 27 -47-52-56 fenanî 42-49 49 Carinan di heman hevokê de: “Belkî dê nebûna fena Bîyanê, ne mîna wê…”27 Li rûpela 49ê, 2 caran fenanî 2 caran wekî… * wek, seb, mîn, fen… Ev tev dewlemendayîya zimên in
Edebiyat
Kurê DêlêŞener Özmen · Avesta Yayınları · 20229 okunma