1
Qewî îro ze'îfhal im
Dinalim ez li wê tayê
Di birhanê we hat falim
Tilisma wesletan nayê
2
Tilismata wisala min
Elif nabe di fala min
Ne mecmu'a xiyala min
Bilav im ez li sewdayê
3
Bilav im wekî dîn im
Li ser eqlê xwe namînim
Ebû Sîna ji kû bînim¹
Li mehcûran bikit rayê
4
Li hicranê di mehcûr în
Birîndar în di rencûr în
abla minabort
Ji ihsanan qewî dûr în
Ji dîdarê şekirxayê
5
Qewî dûr în ji dîdarê
Ji pirsînê ji beyanê
Yeqîn mihra ma vê carê
Cinan avête deryayê
Abdullah b. Mübârek (rahimehullah) şöyle dedi:
Nice küçük ameller vardır ki niyet onun ecrini çoğaltır. Nice büyük ameller vardır ki niyet onun ecrini azaltır.