Rojnivîskên Rojnedîtyan
Puan vermedi·160 syf.··
2026 5. kitabı
·
23 günde okudu
·
Okunma: 24 Ocak 2026 11:54
Wekî her carê, îcar jî em di nava agir da ne û ji xeynî me ti dostên me nîn e, ji aliyê hestiyariyê va em xurt bin jî ji hêla dîplomasiyê va em sist û bê tevdîr in. Hêvî dikim ev bobelata dawiyê ji me ra bibe derseke qewîn, qet nebe di nava ewqas sedsalan da em vê sedsalê ji xwe ra bikin derfet da ku êdî xelk ji pişta me nexwe û bi me nekene. Ev pirtûka li ber destê me ji rojnivîskan pêk tê ku di navbera salên 1985-1999î da hatiye nivîsandin. Herçî min nas dikin dizanin ku ez ji cureyên wek name, rojnivîsk, bîranîn û hwd gelekî hez dikim. Ji ber wê min bi meraq dest pê kir û bi kêfxweşî bir heta serî. Bi kêfxweşî û ewqas jî bi xemgînî.. Zinarê Xamo serpêhatiyên xwe yên li sirgûnê roj bi roj, yek bi yek qeyd kiriye. Li diyasporayê çawa jiyaye, ji bo kurdî çi xebat kiriye, bi kîjan kurdên li Ewropayê ra daye û standiye, beşdarî kîjan bernameyên edebî û siyasî bûye û gelek tiştên din bi hûrik hûrik vegotiye. Wexta min serpêhatiyên salên 80yî dixwend min digot çi ecêb e ez hîn nehatime dinê, nivîskar van bûyeran qeyd kiriye. Ez hîn ji diya xwe ra nebûme filan bûyer hatine serê kurdan an jî kurdan li filan derê bername û çalakî li dar xistine. Ji wan rojan ta îro zêde tiştek neguheriye.. Wan salan jî kurdan ji destê dewletê, ji destê partî û serokan gelekî kişandiye, îro jî heman tiştî dibîne û dikêşîne. Kêfxweş im ku min Zinarê Xamo ji nêz va nas kir, bûm şirîka serpêhatiyên wî. Berhemên bi vî rengî hêja ne û divê zêdetir bibin. Lewra ew di heman demê da belgeyên dîrokî ne, çavkanî ne ji pêşeroja me ra. Weşanxaneyên wek Pallê divê zêdetir bin û vî barî bêtir hilgirin ser milên xwe. Li gel ewqas êş û kederan tiştên xweş jî diqewimin, berxwedan tekane rê ye, xebat û xîret her berdewam e; ruhê yekîtî û netewebûnê her zindî ye di nav me kurdan da. Em ji mirinê mezintir in.
Rojnivîskên Sirgûnekî (1985-1999)Zinarê Xamo · Pall Weşan · 202413 okunma
Serfiraziya Serdestan, Têkçûyîna Bindestan
Puan vermedi·91 syf.··
2026 1. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 02 Ocak 2026 11:58
Bindestî çîrokeke bi çivanek e, qet bi heman awayî nadome û di her çivekî de li rûyekî din ê serdestiyê diqelibe. Şînoka Menaf Osman jî nexşeya çivanekên vê çîrokê çêdike û li ber çavên xwendevan bi dar da dike. Menaf Osman, nivîskarekî ji Rojavayê ye, ji bajarê Hesekê ye. Di sala 1993an de ji ber xebatên siyasî tê girtin û cezayê muebetê digire. Di sala 2023an de cezayê wî diqede û tahliye dibe. Di vê pêvajoyê de gelek berhemên hêja der diçin ji qelema wî. Osman, xwediyê uslûbeke pembûyî ye û her tim ji zikê civakê dinivîse. Di vê berhema xwe de jî encamên dagirkeriyê dîsa bi uslûbeke nerm û henûn raxistiye ber me xwîneran. Şînok pirtûkeke kurt û kûr e; cara ewil di sala 2011an de hatiye çapkirin, li ser hev 91 rûpel e û ji 13 çîrokên kurt pêk tê. Lehengên çîrokan bi piranî zarok in, zarokên ku ji ber talana dagirkeran bi tevê malbata xwe ji welatê xwe bar kirine û li welatên zordestan bûne mehkûmê xizanî û belengazîyê. Ya ku teşeyeke taybet dide vê pirtûkê ev leheng in bi min. Lewra encamên dagirkeriyê herî zêde ji çavên zarokan dikarin rasteqîntir bên dîtin, herî zêde ji devên zarokan baştir dikarin bên guhdarîkirin.. Dema min ev çîrok xwendin, yekser fîlma "Min Dît" kete bîra min. Nêzikatiya sînema û edebiyatê pirr ecêb e. Herdu jî heman tiştî dibêjin, tenê edebiyat kişandina fîlmê li hêviya xwîneran dihêle, ew senaryoya xwe dinivîse û datîne ber me. Navbermedyayî xweş qad e. Hem di çîrokên pirtûkê de hem jî di wê fîlmê de em dibînin ku di nav miletekî de jî her kes bi heman awayî di bin tesîra dagirkeriyê de namîne. Hin kes bêtir dikişînin vî derdî û bêtir diêşin. Bê guman yên ku herî zêde diêşin, diperçiqin, tên kuştin û leqayî miemeleyên hovane tên jin û zarok in. Di çîrokên vê pirtûkê de jî em vê yekê careke dî bi zelalî dibînin. Naxwazim behsa naveroka çîrokan
ŞinokMenaf Osman · Lis Yayınları · 03 okunma
Reklam
Puan vermedi·88 syf.·
2025 1. kitabı
Di perspektîfeke din de rêveberiya şêx Mehmûd Berzencî. Çiqas rast e ? Ew jî ji pênûsa nivîskar re ma ye lê , bi rastî jî tiştên ecêb tê de hene . Pirtûk kurt e lê diyardeya wê têra têgihiştineke mazin e.
Di Xew DeCemil Saib · Avesta Yayınları · 200929 okunma
Nirxandineke Qurmiçî
Puan vermedi·80 syf.··
2025 120. kitabı
·
20 saatte okudu
·
Okunma: 13 Eylül 2025 16:16
Ev pirtûka Firat Cewerî ya şeşan e ez dixwînim. Hê jî tam nizanim gelo ez ji nivîskariya Cewerî hez dikim yan na. Di pirtûkên wî de tiştekî wisa awarte ku meriv bibêje hahoo:) tune ye lê dikarim bibêjim zimanekî zelal û sivik heye, mîna avê diherike. Ev pirtûka çîrokan a duduyan e dixwînim, ya din Girtî ewqas jî xweş nebû, çima xweş nebû çimkî heta niha min gelek çîrokên bi wî awayî xwendibû, tiştekî cuda yan jî li min tesîr bike tune bû tê de. Romana wî Payiza Dereng bi min badîhewa dirêj bû, Cewerî, wê berhema xwe mîna pirtûkên Orhan Pamuk bêteşe dirêj kiribû bi min, ev yek qalîteya pirtûkan kêmtir dike û xwendevan aciz dike bala xwendevan belav dibe. Lê dîsa jî hêjayê xwendinê bû. Herdu romanên wî Ez Ê Yekî Bikujim û Lehî ku her du berdewama yek bûyerekî ne, xweş bûn, ne xirab bûn; mijar û bûyerên tê de diqewimin di navbera xwînerên kurdî de bibûn sedema nîqaşê, lê ev jî normal e em bibêjin, taliya talî pirtûk berhemên honak in û ji bo nîqaşan guncav in. Romanseke Çilmisî, ji heft çîrokan pêk tê. Her sê çîrokên ewil behsa evînên nîvco, pevşabûnên demkî û evîndarên têkçûyî dikin. Çîrokên mayî jî li ser mijarên din hatine honandin. Hemû çîrok jî pirr xweş bûn. Zimanê çîrokan ecêb xweş û herikbar bû. Di hin çîrokan de vebêjer kesê duyem bû yanî teknîka "tu"yê hatibû bikaranîn, wek pirtûka Mehmed Uzunî Tu. Meriv dikare vê pirtûkê wek bêhnvedanekî bixwîne, dirêjahiya çîrokan jî gelekî maqûl bûn. Bi kêfxweşî pêşniyar dikim. Ez ê pirtûkên Cewerî yên mayî jî bixwînim da ku bikaribim li ser nivîskariya wî biaxivim lewra wî çil salên sax daye vê rêya nivîskariyê. Bi hêviya ku hemû xwînerên kurdî
Romanseke ÇilmisîFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201528 okunma
ZİMANÊ HEVPAR
Puan vermedi·136 syf.··
2025 14. kitabı
·
8 günde okudu
·
Okunma: 05 Temmuz 2025 20:14
HİKAYETA TERZÎYEKÎ û ÇEND TİŞTÊN DİN- Rizgar Elegez “Spasî û qedirzanîn ji bo xwendin û pêşnîyarên wan nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend: Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem (nota nivîskar)” Ji bo ev berhem ji alîyê 4 edîtorên nivîskar, şa’îr, akedemîsyen û edîbên behremend ve (Mem Zînistanî, Leyla Polat, Înan Eroglu û Ergîn Sertem) hatîye xwendin, kontrolkirin, mirov hêvî dike li metneke birêkûpêk û edebî rast were. Li sînemaya tirkî her tim karekterekî cê heye, yê bi devokekê dipeyive. Carinan ew karekter Laz e, hin caran Kurd e, carcaran Ermenî, an Rom, an Roman e… Ew kes bi zimanê hevpar napeyive, bi devoka herema xwe dipeyive. Bi vî awayî hem filîmê/rêzefilîmê zengîn û rengîn dikin hem jî îronî û mîzahê jî dixine nav mijarê û filîmî balkêştir dikin. Ji bo edebîyata kurdî bi piranî bi devokekê ye an jî bi kombînasyona devok û zaravayan e, “zimanekî civakî yê hevpar” pêk nehatîye û wisa dixwîye naye jî. Li hûnera musîkê “mahalli sanatçî” hene. Ew hûnera musîkê bi awayekî heremî dikin, bi devok û folklora heremê li dawet û şahîyên heremê civakê mest dikin. Hin ji wan “mahalli sanatçî”yan xwe bi heremê nagirin û terza xwe digûherînin dibine hûnermendên civakî. Ev rewş bitenê li musîkê heye, li hûnerên din nola şano, sînema, resim û hwd nîne. Bi teybetî li edebîyatê “nivîskarên heremî” li dilê mirov xweş nayê. Heremîbûna edebîyata kurdî, ne bi tenê bi karekteran sînordar e, bi awayeke kesayî ye û tişta herî mûhîm jî “heremîbûna vegotinê” ya bi “felsefeyeke heremî” ye. Ji bo ferhenga nivîskaran bi tenê têra gund û xwezayê dike an jî zimanê wan bi gundînîyê sînordar e li berhemên edebî giranîya pastoralîyê xwe darîçav dike. Bi teybetî jî li helbestkar û zimanê devokî û heremî û pastoralîzm ji bo nivîskarên Serhedî
Kurdî
Hîkayeta Terziyekî û Çend Tiştên DinRizgar Elegez · Avesta Yayınları · 202415 okunma
LAP û LAP
Puan vermedi·104 syf.··
2025 13. kitabı
LAP û LAP Pêparê Biharê “Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72 “… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72 “Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99 Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û… Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne. Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha
Pêparê BiharêMem Zînistanî · Avesta Yaynları · 20252 okunma
Reklam
Reklam