Bihar hat şin bûn giya
Û li ber kirin xemilîn çiya
Geştan bikin ser kaniya
Ji xeyri di çit şibhê ziya
Beraq, pak û safıya
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Carekî din min diba xwezî
Konê di reş kiribit bi zî
Tu mast li ser avê tazî
Zeryet wekî sirmê kezi
Li bêriyê li pey bizinan dibezî E
şqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat
Bo çi ji te em bûn cûde
Me terk kirin lezet sefa
Şahan goçe dana geda
Hatin li bin xaniyî me da
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Kanî! Welatê serhedan
Sotim ewan ateş gedan
Lewra go ger bûne şivan
Dengê bilûran naliyan
Dengê hawaran gaziyan
Eşqa welat! Eşqa welat!
Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê Hevîna te kûr e, hêviya dinê
Brûskên çavên te; wek gewherên ecêb Çavên te ên zelal; kulilkên ezêb
Maça şêrîn; ko lêva te bi min da
Ez birîndar kirim û bi min ve da
Çira dişewite; zimanekî zêr
Her pê ruhnî dibe, nimêjgah û dêr
Bo tihniya dilî; lêva te kanî Ji xewna çavê re; te sorgul anî
Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar Havîna min bê sih, rêlên min bê dar
Mehfüra mirinê min bi ken raçand
Jînê ez xapandim, min kes ne xapand
Rojekê di huzûra xelîfe de hejmarek zêde ji wezîran û giregirên welat û mirovên dewletê kom bûbûn. Behlûl jî di nav wan de bû. Wezîrekî xwest ku hinek mizawiriyan bi Behlûl bike û got: "Ey Behlûl! Ew çi rewş e, ku te xwe kiriyê şeklê dîn û mesqereyan? Tu bûyî qeşmerê zarokan. Bi piyên xwas her roj di kuçe û kolanan de siwarê şivikekî dibî û zarok li pey te ne!" Behlûl bersiv da, got: "Efendî! Çi xirabî di vî karî de heye?" Wezîr got: "Ecêb e, ku tu min nas jî nakî? Ma tu nizanî ez wezîrê hezretî xelîfe me û mirovekî oldar im, her şev ber bi asîmanan ve bilind dibim, bi saetan ji asîmanan seyra erdê dikim." Behlûl got: "Ji te rica dikim kerem ke bibêje; gelo dema tu diçî asîmanan, te qet li wê derê tiştekî nerm î mîna şimayê xwariye?" Wezîr got: "Belê, çend caran rastî min hatiye." Behlûl got: "Ew tiştê nerm sergînê kerê min e!"
Ev beşer têne nas kirin, li rûyê zemin ji vi ali bi alî ve digerin, bi lez û bezek ecêb diçin û tên, gellek wehşi ne ku emsalė wan li tu siterkeki din peyda nabe. Bi wan re dînîtiyek xas heye ku hevûdin dikujin. Carna qefleyên gellek pirr, ji nuqteki dûr ku tu pêwendî nava wan de nîne û tu yekî wan hevûdin nas nakin, bi pîlan û proje, bi kêf û heyecan xwe hazir dikin, bi çek û sîlihên gellek modern û techizatên gellek pêşdeçûyî, dikevin rê û heyat û kar û malbata xwe dihelin û tên li hember hev qor bi qor disekinin, paşê bi canê hevûdin dikevin. Ez difikirim ku evên han, divê ji bû xwarinê bi hev muhtac bin, lê paşê min dît ku evên han, bi renc û zehmetek ecëb hevûdin qetliam dikin û dikujin, paşê jî radibin û diçin mala xwe. Dîsa yek dikeve pêşiyê û dîsa hinek dişorînin ü disa bi canê hinekî din dikevin. Xulase, ev new'ê han, ku navê wî beşer e, xwediyê tarîxa xweezyetî û xwekujiyê ye û hemû techîzatê wî ji bu vê yekê xerc dibe ku aletê hevûdin kuştinê bêyî ku kîna wan ji hev re hebe- hazir dikin û paşê gellek qetliam.