Bi navê dostî û alîkarî û peyman,
Dixwin bê fihêt,
Malê me, erdê me, xebata me, tevî can...
Vê paşiyê Rohelat,
Hişyar bû ji wê xewa kambax û dirêj.
Ji bo azadiyê,
Keftelefteke gelek mezin dike ji mêj..
Ji her alî,
Welalparêzên bi rûmet serî hildan;
Her dikin bi mêrani,
Şerrê kolîdarê bizdok û xulamokên wan.
Her rojê ew,
Bi sedan û hezaran ji xwe didin kuştin.
Axa welêt a hêja,
Bi xwîna xwe a pak didin şuştin.
Ew dibêje, ev çend car in dixwazim xwe bikujim, ji xwe kuştinê pê ve tu riyê nabînim. Xwekuştin carek e, mirov dimire û hew, lê mirina her roj zehmettir e.
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
lew, ez ewqas westî, ewqas bêhal im
ax, çiqas giran bû serê wê
kesî çongê xwe jê re nekir balgîv
canê min nerm, xwîna min germ
ew li sîngê min radiza bi şev û roj
Ma ne ruhstînê wê li wir, di hundir menzelė de bû. Û kîjan mirovî dikarîbû bi ruhstînê xwe re di heman ciyî de razê? Di hemû jiyana xwe de her mirovî tenê carekê dikarîbû bi ruhstînê xwe re razê û ew raza; mîna ku cara yekem bû di heman wateyê de cara dawîn bû jî. Lê ji bo Xezala bedbext her roj dubareya din bû. Yanê her roj mirin, her roj tunebûn bû...
Dehakê Ereb timî xwîna xortên
cindî yên Kurd vedixwar û mixê wan jî bi herdu marên xwe didane xwarin. Lê rojekê Kawayê Hesinker daqmoqê xwe hilanî û çû li nîvê şilika serê wî xist mejî lê kir mîna dew û xelkê xwe ji binê sazûmana wî rizgar kir! Ha ew roj û ev roj bîst û yekê meha adarê bûye cejneke pêraz a neteweyî. Îcar bi wê sêwr û ramanê ye ku roja gihandina azadiyê her sal bi şax û şoxeke bêhempa ji aliyê Kurdanve tê pîrozkirin..