Ji bona ji te hezkirinê
Sedemek tiq û tenê,
Lê hezar û yek hene
Ji bona nehezkirinê.
Ew yek,
Girantir davêje di mêzîna dil
Ji hezar û yekê dinê.
Gelo teraziya dilê min
Ne li saz e? An jî
Eqlê min hêsîr e, ji pejnan ra.
Lewra
Ne maqûl e, ku
Hezar û yek siviktir bin ji yekê,
Û yek ji hezar û yekê bêtir.
Gelo Hawar çi ye?
- Hawar dengê zanînê ye.
- Zanîn çi ye?
- Zanîn xwe nasîn e.
- Xwenasîn?...
- Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
- Wê karê Hawara we yê pêşî çi be?
- Hawara me berî her tiştî heyina zimanê me dê bide nas kirin.
- Çima?
Lewma ko ziman şerta heyinê a pêşîn e.
Kesin hene ji gunehên xwe direvin,
Alîkî di rîya felekê re diêxin derê Yezdan,
Alîyê din, bê şerm û fihêt diêxin derê Şeytan. xwe ji guneh û kêmasîyan dişon wekî me kurdan.
Tenê ya ku me ji vê guhertîye,
Me kolîdar xistîye şona
Şeytan!..
Wey xwelî li serê me, me rîya rast şemirand,
Em bûne pelîse ketine bin lingan..
Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweşîyê xilas kin?
Gunehên xwe bibînin, qencî û neqencîyê ji hev nas kin?