Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
ax, ku ruhekî din, diherike ruhê însan, însan karibûya şopa wê bikira helbest!
Helbestên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ax û zeviyek bûn ku tovên kurdayetiyê tê de şîn hatin û qebilîn. Ne ji ber mijarên di helbestên wan de lê ji ber zimanê ku ew helbest pê hatine nivîsîn. Em dizanin ku ziman ew e ramana ku bîr û hişmendiya milletekî di xwe de diguncîne û sîqal dike.
Reklam
mem eyneya dilê xwe diyarî helbestê dike helbest bi çavên zînê dilorîne
Sayfa 76 - avestaKitabı okudu
Min bi heft zimanan Ji heft jinên di tengasiya zayînê de Dua berhev kirin Ji bo hatina te Nizanim Xwedê bi kîja zimanî dizane?
Welatekî bêcemale Warê Egît warê Zal e… Xwedî îro ne li mal e; Xilt cot dike ;ez jî pale…
Geh mirin, a min e Geh ez, ê mirinê Dema ku behsa mirinê tê guhê min Eger bi ya min be, ez ê bêjim Bila nemrin bavê zarokên biçûk Ku xwîn digrîn ji bav re zarok Em ku di hesreta bav de ne hê jî Ma wê çi bikin di wî umrî de zarok Eger bi ya min be, ez ê bêj im...
Reklam
Kuştin, tu-kuştin, xwe-kuştin Dujmin bira kuştin, xuşk kuştin Bira bira kuştin, xuşk kuştin Xwîn bi xwînê nedihat şuştin Bira bi xwîna bira dest şuştin
Piştê te çendî car kirin goristan Sed car şewitandin xaka Kurdistan Amed û Dêrsim, Zîlan û Agirî Lîce, Şernex, Helepçe û Qoçgirî..
Neha , li dilê kîjan çiyayî Veşartî ye tovê kenê te ?
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir Ez welatparêz im, Ez mirovperwer im, Ez li ber bircên Diyarbekra rengîn Şêx Seîdê kal, Bijişk Fuad im Ez Bavê Tûjo me lo!.. Şoreşger im.
Reklam
Li hezê digerim Di dilê welatekî de li vî diyarî Min ji welatekî hez kir, hinekî ji j’ vî bajarî û paşê, dîsa ji welatekî: mîna nanekî çar parî!..
Jiyîn bi te re bext, bihn gulistan Kulîlk î ji ax û erdê Kurdistan
Sayfa 46 - Hawar hejmar 1932
1.500 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.