Tu tî, ez tî...
Yên ku teyr difirîne bask bin, ya ku meriv hildifirîne hez e. Weyê jî hez tahm kiribe: Lê ne weke ku hûn gezekê li sêvekê bidin, an jî porteqalekê biqeşêrin û bi sihûdu diranan tî û birçî biçinê: bi çavleketinekê re wendabûna di du deryayan de, di hembêzekê herî bi têhn û bîhne-emberîn de bi raketinê; li taxekê, li kolanekê li ser pêya bi çend gotinên ku bi heyvan di guhên we de kiribin zingînî...
Û hûnê wê kêlikê heta dawiya temênê xwe, heta ku çavên we bi axê şa bibin, ji bîr nekin!...
Bibêjin, dilê ewil kê ji bîr kiriye ku ez ji bîr bikim.
Û kê kariye ji bîr bike axa li dû xwe hiştî?
Û pêsirên dê, yên ku me tevan birçî birçî mijtiye..?
Hima bêje ji roja ku meriv ji ber sêngên dêya xwe vedibe û pê ve, serancama mirov û lêgerîna li hezê destpêdike. Xasma; piştî şikestina her hezê; li der li dûr li nêz...meriv li wê têhna germ ya piştî jişîrvebûnê jê bêpahr mayî, digere.
Heza ku hez bi me tahmijandî ye ev hez; û em, piştî her derza li dil ketî dixwazin xwe bavêjin bextê wê hezê, û dilê xwe î 'şikestî, 'birîndar' pê bikewînin.
Di çîrokeke xwe de Hesenê Metê dibêje,... 'Ku îro jî dayê bi hîkmeteke îlahî ji gornê rabe û ez wê bibînim, dibe ku ez wê nasnekim lê ku ez wê bêhna pêsirên wê hîs bikim, ez ê bibêjim dayê ev el.."
...
...
Û kekê min Helîmê bi qasî navê û zêdetir helîm radibe di 'Dema ku masî tî dibin' de dibêje:
"... Tenê ez dizanim Masî li welatekî Ewrûpayê ku nedixwest kesek navê wî zanibe, kolan bi kolan digeriya. Hewa wan welatan sal diwazdeh meh mîna hewa zivistana welatê wî bû, lê yê wî havîn bi ser de hatibû. Xwêdan dida û mîna ku tiştekî xwe wenda kiribe dimeşiya. Bi xelkê re dipeyivî. "Xelkên van welatan mîna xelkên welatê wî, tê nedigiştin ka çi dibêje, yan çi dixwaze. Li wan kolanan her dem zimanê wî ji devê wî dikişiya:
-Ez tî