Puan vermedi·182 syf.··
2026 1. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 11 Ocak 2026 10:03
Min dixwest gelek tişt li ser vê pirtûka nivîsvanê gelek mezin Helîm Yûsiv binivîsim, lê gewrîya min ziwa bû, gotin di qirika min de asê man... Ez tî me ,tî
Gava Ku Masî Tî DibinHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201488 okunma
Puan vermedi·182 syf.··
2025 12. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 23 Kasım 2025 00:23
Dîsa serî de dixwazim bibêjim ku min tu carî ne dixwest pirtûkên bi vî rengî binirxînim. Ber bi dawiya pirtûkê de min got ez ê pirtûkê nenirxînim. Li vir mabesta min tiştek din e. Carinan em hinek heval pirtûkên ku dixwînin di navbera xwe de em şewr û analîza wê dikin. Lê ev pirtûk û pirtûkên dişibin zimanê vê pirtûkê gelek caran mirov diêşînin ku dema mirov binirxîne, bişêwre, analîza wê bike. Bi zimanekî sade û xweş hatiye nivîsîn. Destpêka xwendinê de mirov weke 'kurgu' hildigire dest lê, niviskar nepenî û mitelekirineke bê sînor barî xwîner dike. Bi xwendin û herikîna rûpelan re kes digihîje xemgînî û matmayînên gelek dijwar. Ez ne li bendê bûm ku destpêka pirtûkê wê dawiyê de min ewqas bi bandor bike. Demek tê tu nikarî tifa xwe biqurtînî, dev û zimanê te ziwa dibe. Wê nişkê tu dibêjî; "Ma jixwe wate û armanç ne ev bû." Navê pirtûkê bi xwe wê tesîrê rawe dike. Û heya dawiya pirtûkê jî karakter dibêje; " ez tî me tî" yan tiyê azadiyê ya tiyê evîneke ne diyar an jî tîbûna welat. Çawa ku pirtûkê de jî tê bilêvkirin; "tu rastiyê bixwazî dilê min bi halê me dişewite, Masî. Evîna welêt, ya azadiyê, ya jinê yan ya mêr hemû li nava hev ketine. Em bedelên hemûyan didin û yekê ji wan jî bi dest naxin." Piştî vê gotinê tu gotinan li serê dirêj nakim. Hêvî dikin ku em ji lalbûnê xwe rizgar bikin û heww
Gava Ku Masî Tî DibinHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201488 okunma
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Puan vermedi·80 syf.··
2025 22. kitabı
·
6 günde okudu
·
Okunma: 23 Temmuz 2025 14:17
Jinên Qatên Bilind ji rêzeçîrokên kurt pêk tê ku çîrokên çelişkî, xeyal û êşên jinên di civaka Kurd de dijîn vedibêje. Pirtûk navê xwe bi awayekî mecazî ji pozîsyona jinên di civakê de, yanî ji “qatên bilind” ên ku hem ji aliyê fizîkî û hem jî ji aliyê manewî ve nedîtî an jî negihîştî ne, digire. Çîrok bi gelemperî li ser zextên ku jin di avahiya civaka baviksalarî de pê re rû bi rû dimînin, berpirsiyariyên malbatî, rola zayendî ya civakî û lêgerîna azadiya takekesî dizivirin.Helîm Yûsiv di van çîrokan de bi zimanekî xurt ê vegotinê cîhana hundirîn a jinê û pevçûnên wan ên jiyanî radixe ber çavan. Karakterên jin ên di çîrokan de, li hemberî normên civaka kevneşopî nasname û azadiya xwe digerin, di heman demê de bi mijarên gerdûnî yên wekî evîn, fedakarî û windakirinê re jî têdikoşin. Nivîskar, dînamîkên sosyo-çandî yên civaka Kurd, bi taybetî cihê jinê di nav van dînamîkan de, bi awayekî balkêş û hestyarî vedikole.Bo nimûne, yek ji mijarên ku di çîrokan de gelek caran têne behskirin, pevçûna di navbera hêviyên zewacê, malbatê û civakê û xwestekên jinê yên takekesî de ye. Hin karakter li hemberî van zextan serî ditewînin, lê yên din bi serhildaneke bêdeng rêyên xwe diçêrkin. Vegotina Yûsiv van têkoşînan hem di çarçoveya takekesî û hem jî di çarçoveya civakî de bi cih dike û ronahiyê dide pirsgirêkên gerdûnî û herêmî yên jinên Kurd.
Jinên Qatên BilindHelîm Yûsiv · Peywend · 201340 okunma
Puan vermedi·128 syf.··
2025 91. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 18 Temmuz 2025 23:02
Pirtûk di dema berxwedana Kobanî de derbas dibe. Romanê ku bûyerên rastîn ên wê serdemê aniye ser ziman. Kobanî di bin êrîşa "rihdirêjan" de ye û pirtûk jî li ser çîroka evîna du ciwanên Kobanîyî disekine. Her wiha berxwedana Kobanî, zilm û êrîşên DAIŞê û bûyerên siyasî yên wê demê mijarên vê berhemê ye. Bi xwendina vê pirtûkê, min fêm kir ku me çiqas zû gelek tiştên ku di wê demê de qewimîne ji bîr kirîye. Ez dibêjim ev, ji bo nûjenkirina bîranînên me yê wê demê berhemeke girîng e. Divê were xwendin.
Kurdî
Firîna Bi Baskên ŞikestîHelîm Yûsiv · Peywend · 201935 okunma
Rengê girî spî, dengê ken her tim reş bû...
Puan vermedi·176 syf.··
2025 53. kitabı
·
4 günde okudu
·
Okunma: 14 Nisan 2025 17:22
Cara yekem e ez pirtûkek niviskar dixwinim. Ne poşman im :) Zimanê niviskar gellek zelal e. Kurmancîya wî û ya bakûr wek hev e. Mijarên di pirtûkê de jî aniye ser ziman meriv bi kêfxweşî dixwîne. Çîrokên niviskar xweş bû, pir cihan de pê kenin tê xwendine lê çîroka wî ya dawiyê hinek cîgera me re dipirijîne. Mijar, tim û tim Kurdên pênabêr ên Almanyayê dijîn e. Qala serpêhatiyên wan ên ji der welat tê kirin. Ev pirtûk inşella wê ji min re bibe sedema xwendina pirtûkên wî yên din jî. Gellek kêfa mim ji niviskar û zimanê wî re hat. Bila zimanê Kurdî û niviskarên wî her herbin, mala wan ava.
Kurdî
Auslander BegHelîm Yûsiv · Lis Yayınları · 201221 okunma
Her nivîskar xwe dinivîse
10/10
·152 syf.··
2024 3. kitabı
Her nivîskar xwe dinivîse... Helîm Yusuf nivîskarekê serkeftî ye. Wê hêja gelek berhemên serkeftî binivîse. Rêvîtiya te a nivîsê vekirî be Helîm Yusuf...
99 Morîkên BelavbûyîHelîm Yûsiv · Peywend Yayınları · 201557 okunma