9/10
·76 syf.··
2026 2. kitabı
·
25 saatte okudu
·
Okunma: 03 Mart 2026 00:01
Mahmut Baksi, bi awayekî zindî û bê xemgînî, jiyana gundekî rastîn ê Kurdistanê (Gundikê Dono, li Xerzanê nêzî Batmanê) di nîvê sedsala 20'an de vedibêje. Di bin serdestiya axa û şêxên feodal de, gundî rojê xwe bi karê erdê, pez û çêlekê derbas dikin, lê her tişt di bin kontrola zordestiyê de ye: bacên giran, erdên girtî, namûsên kevnare yên ku ciwanan diêşînin, û tirsa mezinan ji axayan. Lê belê di nav vê tarîtiyê de ronahiyek jî heye: ciwanên gund, yên mîna Filîto, Bedo û hevalên wan, dest bi hişyarbûnê dikin. Ew naxwazin wekî kal û pîrên xwe di bin zilmê de bimînin. Dixwazin xwendinê, fêm bikin ka çima ev pergala kevn hê li ser piyan e, û li dijî axayên hov (mîna Zibeyrê Ehmê an Hacı Zorav) radibin. Ev ne tenê têkoşînek kesane ye; ew destpêka guherîneke mezin e di civaka Kurdî de - di navbera kevn û nû, di navbera zordestî û berxwedanê de. Baksi bi zimanekî sade, rojane û car caran bi tinaziyê li ser axayan dinivîse, ku ev yek pirtûkê ji xemgîniyeke giran xilas dike û wê dike xwendinek hêsan lê kûr. Ev ne çîroka fantastîk e; ev belgeya jiyana rast a gelek gundên Kurdistanê ye di wê serdemê de. Evînên astengdar, pevçûnên malbatî, hêviyên piçûk û êşên mezin hemû bi awayekî xwezayî têne vegotin. Di edebiyata Kurdî de, Gundikê Dono yek ji baştirîn nimûneyên "romana gundan" e Pirtûkek piçûk e, lê bandora wê mezin e; dilê mirov diêşîne, hişyar dike û car caran jî bi kenê piçûk dide bîranîn ku mirov di bin her zilmê de jî hêvî digire. Eger tu dixwazî rastiya Kurdî ya feodal, têkoşîna ciwanan û veguherîna civakî nas bikî, ev pirtûk bê guman divê bê xwendin. Bê xwendin nemîne.
Gundikê DonoMahmut Baksi · Lîs Yayınları · 201845 okunma
10/10
·76 syf.··
Beğendi
·
2026 2. kitabı
·
25 saatte okudu
·
Okunma: 03 Ocak 2026 23:26
piştî Zivistana dûr yek ê navê te hilde, bibêje, "teşî" dê hişyar bibin ew siyên xwe berdane bîran ji min re rastiyê bibêje bibêje, "rûyê te qedera te ye"
Alıntı
Keştîya BayêSelîm Temo · Dara Yayınları · 2019242 okunma
Hangi tür kitapları seviyorsun? 🔎 Polisiye 💕 Romantik 🚀 Bilim Kurgu 🏰 Fantastik 📖 Klasik 🧠 Kişisel Gelişim 🏛️ Tarih 😱 Gerilim
10/10
·136 syf.··
2025 2. kitabı
·
3 günde okudu
·
Okunma: 23 Kasım 2025 20:23
Firat Cewerî Maria Melekek Bû Weşanxane: Avesta Çap:2/Stembol C Di vê romana xwe de Cewerî qala Danîel dike.Lê bi rastî ne bi awayekî dirêj ,bi awayekî kurtasî behsa Danîel dike.Danîel lehengê sereke yê romanê ye.Di xortaniya see de li welatê xwe ketîye zindanê (nivîskar nabêje lê behsa zindanên Diyarbekrê dike) û şkenceyên bê ûjdan dîtîye.Daniel diçe Swedê û li gel jina xwe Maria li bir dijî.Temenê wê jî nêzî pênceyî ye.Hin hevalên wê ên zindanê jî li Swedê dijîn. Roman jî ji xwe li Swedê derbas dibe.Mijara sereke ya romanê jî dêrûnnasîya Daniel e.Lewra Daniel ji ber serpêhatiyên ki di xortaniya xwe de dîtîye hê jibîr nekirye û hım psîkolojîya wê hım jî mêjîyê wê ketiye rewşekî xirab :hin caran şexsiyeta xwe jibîr dike hin caran insanên derdora xwe û bûyerên ku li derdora wê diqewimîn nikare di mêjîyê xwe de sererast bike. Rewşa wê ewqas xerab dibe ku ew jina xwe dikûje û laşê wî kolan bi kolan digerîne (ku Daniel di rewşeke wûsa de ye ku nizane ku ew mirî Maria ye.Bi ya wê ew jina hevalê wê Rozîn e) ku laşê wî veşêre.Û dawîyê dibe daristanekê û li wir hişê wê jî xewnê hişyar dibe û dibîne ku ew laşê Maria ye.Daniel pir xemgîn dibe,dikeve rewşa şînê û diçe otomobîlê û pêlî gazê dike.Li ser dîreksiyonê de bı girînê kontrola otomobîlê dihêle û mixabin qeza dike û dimire. Cewerî romana xwe bi awayeke derûnî nivîsandîye û çîrokek kurt lê bı bandor ava kiriye.Tehlîlên wê yên derûnî pirr serkeftî û dramatîk in.Şkenceyên ku Daniel û hevalên wê dîtine ji her yek ji wan parçeyek qetandiye.Parçeyek derûnî,parçeyek jiyanê û heta parçeyek bedenî.
Maria Melekek BûFirat Cewerî · Avesta Yayınları · 201549 okunma
Em hemû Rêwî ne.
9/10
·285 syf.··
Beğendi
·
2025 17. kitabı
Min ev pirtûk demeke dirêje xwendiye û ez dixwazim li ser vê pirtûkê çend tiştan binivîsim. Ku kengî vê pirtûkê bibînim naveroka wê wek fîlmekê ji ber çavên min re derbas dibe,Ango wek jiyana gelek Kurdan. Nivîskar İkram Oğuz vê romana xwe, bi zimanekî hêsan nivîsiye, dema mirov dixwîne qet aciz nabe,û di nava bûyeran de winda dibe, ji ber wê jî pirtûk wek avê diherike diçe. Mijara pirtûkê di navbera salên 1960 û 1980 de derbas dibe, di salên 60 de ti serhildaneke Kurdan pêk, nayê di wê navberê de jî dewlet qet disekine bi lez û bez û bi awayekî tundî dest bi polîtîkayên asîmîlasyonê dike,û Rêwî destpê dike. Di pirtûkê de sê kesayet ên sereke hene. Şêx: mirovekî oldar e û karmendekî dewlemende. Mamoste Elî Riza: Kurd e û ji bo asîmîlasyonê xizmetkarê dewletê ye. Û Rêwî (Tajdîn): xortekî jîr,karker, zane û welatparêz e. Her Kurdekî/ê di dema ku zaroktiya xwe de,di dibistanan de bi Kurdî axivî ye û ji ber vê jî nijadperestî dîtîye. Û mamosteyên ku perwerde daye wan, her dem zimanê dayikê ji wan re qedexe kiriye, û Kurd bûna wan dîrok,ziman,çand û hwd ji wan re xirab daye nasîn... Ji ber wê jî gelek kesan xwe winda kiriye,û bûne xwedîyê gelek bîrdoz û ji koka xwe dûr ketine. Piştre ji wan kêm kesan ji dîsa fêrî zimanê xwe bûne û di nava wê xewna kirêt de hişyar bûne. Ji bo Kurd bûna xwe bûne xwedî hişmend.(em hemû rêwî yê xwe nasînê ne)Kurd jî wek vî rêwî yê rêya xelas bûn û hişmendî yê ji xwe re digerin,da ku xwe xilas bikin. Nivîskar di vê romana xwe de, pirsgirêka di nav civaka Kurdan de, û di heman demê de jî nakokiyên di navbera dewlet û Kurdan de bi awayekî balkêş datîne berbi çavan. Rêwî yê me (Tajdîn) di navbera mamoste, şêx û malbata xwe de dimîne. Mamosteyê wî dixwaze pêş bikeve lê Şêx û malbata wî jî naxwaze pêş bikeve, li gorî Şêx û malbatê ew bi vî
Kurdî
Rêwîİkram Oğuz · Doz Yayınları · 20172 okunma
LAP û LAP
Puan vermedi·104 syf.··
2025 13. kitabı
LAP û LAP Pêparê Biharê “Piştî wextekî jî kete xeweke kûr, belkî jî ji xwe va çû, kî çi zane. Çaxa hişyar bû, ez ê salix û silûxên wî yên teze bidime we, lê herge sibê qetla xwe neke hustiyê xwe.”72 “… Ne xewn bû, kapûs bû, kapûs, hazak jî kapûs. Of êş kete serê min. Min dîsa li salonê razaye, Xwedê Hilde û daynene.” 72 “Ma vir e qey, min tovê wan her du lawên xwe di gel Tory Blackê li odeyeke nexweşxaneyê neavêtiye?” 99 Dema mirov vê berhema çîrokan a bergreş û 101 rûpel (hejmara rûpelan balkêş e) dixwîne rastî hîkayetên ji kêlî-enstantaneyên gûndewarî pêkhatî yên bê kompozîsyon û bê gramer, rastî daweşandina ferhenga jîyana gûndewarî ya xwezayî û ekolojîk, rastî lêkerên jibîrbûyî ên bi tenê li heremekê hatî bikaranîn û niha pêdivî bi wan neyî (mînak: çot êdî bi gayan nayêkirin) li gorî bilevkirinê hatî nivîsîn tê. Nivîskar, bala xwe ji tevn û vegotina hîkayetan bêtir daye zimanê herema xwe û bi her awayî heremîbûn xistîye navenda berhema xwe. Nola ji dengê gundîyan çîrok qeyd kiribin û transkrîpsiona wan kiribe, wisa bi vegotineke “devokî” nivîsîye. Yanî, çi qasî bi ser ketîye nizanim lê li gorî zimanê axaftinê hatiye nivîsîn. Gotinên pêşîyan, biwêj, zom, puş, quloz, kanî, bayê felekê û û û… Ziman zindî ne; nola bedena mirov hin hucreyên wan dimrin û ji hucreyên nû re cih vedikin. Bi demê re hin peyv wenda dibin ji hafiza mirovan “delete” dibin. Mînak, peyvên nola gîsin, mêlheb, destar, meşk, ji literatûra gûndan jî derketine, êdî û cih dane peyvên nola traktor, romork, dîzel, klîma, otomatîk û gelek peyvên tîktokî yên dijîtal û “dij î tal”. Mimkûn e nivîskar xwestibe nostaljîyekê bike, xwestibe wî zimanê li zarokayîya li hişê xwe nivîsî, ji dapîr an bapîr gûhdarî kirî, neyê wendakirin, li qeydûquytan bimîne. Hin nîşeyên vê xwendinê yên ji bo bingeha
Pêparê BiharêMem Zînistanî · Avesta Yaynları · 20252 okunma
10/10
·154 syf.··
Beğendi
·
2025 5. kitabı
·
47 günde okudu
·
Okunma: 21 Mayıs 2025 22:38
Çawa dest pê bikim/mijarê vekim ez jî nizanim Lê bi rastî jî pirtûkeke wisa bi wêrekî hatî nivîsandin di pirtûkxaneya kurdî de cih girtina wê hêja ye. Em dikarin li ser rêbaza nivîsandina pirtûkê nivîskar gelek biêşînin, rexne bikin. Gelek tevlîhev hatiye nivîsandin mijar hê nehatî qedandin ango di nîvê vegêrînê de te hew dît derbasî beşeke din bûye, bûyereke din vedibêje. ev jî bi xwe re her ku çiqas mitelekirinê hişyar bike jî lê dawiyê tevlîhevbûnekî dide der. Nêse... rexneyên esasî ev in. Dubare; Wêrekiya nivîskar ne mimkine ku were ji bîrkirin hêjayî pîrozkirinê ye. Vêca em bên li ser mijara esl û resen; karakterê me yî di pirtûkê de mîrza ye. Ya rastî gelek gelek dixwazim biaxivim/binirxînim lê kurt û kurtasî çêtir e. Lewre di encamê de jê ne dûr e. Herkes di nava xwe de (her ku çiqas neyê qebûlkirin jî) hinek Mîrza ye, dixwaze bibe Mîrza. Armanç ne mîrzabûn e lê hin ferasetên Mîrza di mejiyê me de cih bûne. Her mêrek û xwediyê hişmendiya baviksalarî roja îroyîn de vê ramanê meriyetê de dijî. Lê dîsa jî çawa ku dawîya pirtûkê de jî diyar dibe dawiya tiştên ne baş poşmanî ye. Rewşa Mîrza semptoma nexweşiyekê dide nîşan. Û heqê wî darvekirine. Noqte
Mîrzayê RebenSuzan Samancı · Avesta Yayınları · 201913 okunma