Serencama esas a ekola femînîstiyê di sala 1929an de bi pirtûka Odeyek Ji Odeyên Xwe² Virginia Woolf daye destpêkirin. Woolf di vê pirtûkê de dide zanîn ku mêr, her gav bi çavekî biçûkxistî li jinan dinêrin û ew mêr in ku cihê jinan pênase dikin. Çimkî hemû saziyên siyasî, îqtisadî, civakî û edebî di bin kontrola wan de ne. Ji ber salên sekan ên îqtisadê û herwiha salên herba duyemîn a cîhanê ku bala mirovahiyê çû ser meseleyên din, belavbûna fikra femînîstiyê di nav civakê de dereng ma. Lê belê ev serencam di sala 1949an de ji aliyê Simon de Beauvoir ve bi çapa pirtûka bi navê Zayenda Duyemin careke din femînîzm hişyar kir. Ew di wê baweriyê de bû ku civakên rojavayî yên pederşahî wisa dizanin ku kontrol û îdareya wan di destê mêran de ye. Mêran hemû wateyên ku li ser jinê hatine danîn, pênase kirin û di vê pênaseyê de ji jinan re "ewa din" a mêran hat gotin. Li gorî wê divê jin ji bo felata xwe şêwaza civaka pederşahî û mefhûma "ewa din" daynin aliyekî û xwe ji nû ve pênase bikin.
Kurdî
Ez ji jîyanê hîn bûm. Carna hin pirs hene, Meriva hişyar dikin. Hin hevok hene, vedikin. Hildidin, li ser hûrê Meriç rû dinên.
Kurdî
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Dilo Rabe*
Dilo rabe dilo rabe Veke çavan ku êvar e Nezan û bes di xew da be Bi newmê ra mebe yare Li xwe şîrîn meke newmê Ji nefsa xwe bike lewmê Meçe nêzîkî vê qewmê Qewî ew fi'la xesar e Dilo newma me jê behs e Beyana xefletê nehs e Ne hişyar î gelek tehs e Me nêv xabe ku mirdar e Dilo rabe ji vê xabê Wekî bapîr û wek babê Em jî dê çîne turabê Bi bal baxwoy û ferwar e Binêr baxwoy û ferwarî Binêr çerxê di rozgarî Li te roj hate êvarî Te ne 'eql e, ne hişyar e
Sayfa 203 - weşanên nûbihar
Kurdî
"min jê hez kir berî ku wî bibînim berî ku destên wî rahêjin min û bigerînin li aranên welatê min li dû ku ji min hez kir, evîndariya wî ez şewitandim di giyanê min de hêza tiştan peyda bû û zivistan bi paş ket berfa tenahiyê dawerivî zaroktiya min hişyar bû."
Sayfa 63 - Phoenix - Evdilwehab Elbeyatî, Wergera ji erebî: Alan Hemo·Kitabı okudu
Ü li rohelatê Dema ko dinya hişyar dibe ... dengê..... strana azahî ü serbestiyê, bila Mina tirêjên rojê ên pak û zêrîn Bikeve nav dil û guhên me Bilûra min Tu yî xemrevina dilketiyên welât...
Sayfa 112 - İthaki Yayınları
Kurdî
Heta ko nîvê şevê Kesek nebû derkevê Pêta vîna sorgula’ Avêt cergê bilbila’ Ahenga nîvê şevê Kî kore ye, gul ne vê? Nêr û mê bûne gelwaz Hezar zincîr û perwaz Di gel melek û cina’ Suhbeta mêr û jina’ Pîroz kirin li me kar Ne carek, lê hezar car Baqên gula’ rêz kirin Ez û gul himbêz kirin Gul bi gulê geş dibûn Bilbil pê serxweş dibûn Govend û hunerbazî Hezar reng û awazî Mey ji lêvan mijandin Evîn li me şarandin Ne xewn e ez hişyar im Bêhna gulê ez xwarim Gul û bilbil nivistin Kulek di dil ne hiştin Merd e hunermenda min Tiştek ne ma ne da min Evînê em geş kirin Ji can û cendek kirin Kul û keser me der kir Derdê xwe çareser kir