Belê, her çiqas Ewropa ji pazdehan yekê ser rûyê erdê be jî, ji çaran yekê mirovahiyê bi wê letafeta fitriyeya xwe, bi xwe ve kişandiye. Bi awayê hîkmetê rastiyek e ku civîna nifûsek zêde, bi xwe re jî pêdiviyan tîne. Hewcehiyên ku bi gelek sedemên mîna bastanî zêde dibin, di qeweta berhemdariya zemînê de bi cî nabe. Va ye li ser vê xalê pêdivî ji hunerê re, meraq ji ilmê re û diltengî ji navgînên sefahetê re dibe mamosteû dest bi perwerdeyê dike.