Tiştek jê bêmanetir nîne piştî bîst û yek salên dîlbûnê, yek were û behsa azadiyê ji te re bike. Azadiya min a herî mezin û tikûtenê ne vegera li dinyayê bû, lê ew bû ku ji min bigerin ez li sehrayê bijîm. Ez piştrast bûm tiştekî ji wê dinyayê fêm nakim. Tirseke min a mezin ji bajar û mirovan hebû. Piştî çend salan di zindanê de, êdî tu qûmê û mirovan ji hev nas nakî.
Sayfa 12 - Avesta