Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Dara Qaçê Di bin dareke dugulî, Di çîroka Şahlewendan de, Ew hezar û şevek bû Ne şiyar ne jî razayî bû. Pêçeka wê ji berfê, ji wî zarê xwezayê bû Ku rihên kulîlkan tî bûbûn ji kanîkên şaneyên wê vexwaribûn Bê stranên li ser pora wê ber bi bilbilan ve kaş kiribûn Û bi hêstirên li ser hinarikan deryayek ava kiribûn. Çiya wek dayikek
Danê Baranê Danekî baranê, dîse di bextê çiyakî de bûm Hişmendeke kofîşîn bû pîra min, notsalî bû, bê kopal dimeşiya Ji her liba tesbiha xwe re dipispisand: "Em ketine tewqa Guran lawo. Rohnî bidin da ji we bitirsin." Stûneke qewîn bû li wî konê kurmancî Pora kuştiyan wê dihûnand, xwîna li ser sîngên wan dida hev dikir nivişt Rûbar dengê wê bûn, her newroz ji nû ve dibû keçik, bi heft dilan dil diket Tenê wexta nifir dikirin li rihên kulek, min didît ew pîr dibû Kêfa wê dihat bi berxikan, bi meherkên kehrîbar Û wan zarokên ku desmala wê ya rengîn wek ala azadiyê Dihejandin li serhildanan. Fatma Savci
Danê Baranê
Danê Baranê
Reklam
Min bêrîya payîzê kirîye, Pelkên gwîzê hilîne di ber sînga xweda, Destên min keçên darebîyê ne Wê şax bidin li pêy te.. Çavên min du sitêrikên şîn Wê ji azadîyê re şîyar bimînin.. Xema nexwe qufle nakim wî derî.. Zanim tu yê di berbengekêde Li takên porên min vegerî. Fatma savcı
berf dibare mam asê di newale çavên te de, Berf dibarê gulik gulik ser mijangên te. Roj, ji keskesoreke it mehrum dihèlè bejna min. Payiz bi ser stêran de ji digrê diwesine pel bi pel roniya xeyalên min. Zivistan kon vedide li dilê min. Bûm xwiska heft bira di cirokan de, pisikê bi agirê min de mist û tenê hût sahê agir e neha.
Xewnên Zîvîn
Xewnên Zîvîn
Fatma Savci
Bayê me li hev nayê û Kewên me ji hev re naxwînin... Fatma Savci
“Taçsız-Tahtsız Kraliçe/ Eyşe Şan”
... Yine hüznü kırk doğuran bir kadın, bir sürgün, hiç geri dönülemeyen bir şehir, kucaklanamayan bir anne ve kanser.. “Diyorum ya hayat güzel, kadınlar çirkin.” ... Saçı, makyajı , kıyafetiyle ünlenmeye çalışan kadınları değil, erkek zihniyetine karşı boyun eğmeyen , kötülük içinde filizlenerek baş kaldıran kadınları örnek alın, sevin.. Eyşe