Bi derbasbûna îştar a cihana binerdî û windabûna wê ji ser rûye erdê ve û nexasim bi mirina wê re, jiyana cihanê her weki rawestaye. Daran pelên xwe hilweşandine, gulan xwe tazi kirin e, mêw û hêşinahi hew gihan e. Li ser rûyê erdê ne evin, ne kêfxweşi, ne ken û ne hêvi man e.