Sevenlerden söz etsem olmuyor,
düşünenlerden söz etsem de olmuyor, yazdıkça yazsam da olmuyor,
hiç yazmasam da olmuyor,
söylesem de olmuyor,
sessiz kalsam da olmuyor,
bunu açıklasam da olmuyor,
açıklamasam da olmuyor,
suskun dursam da olmuyor!
"Çûme Bedlîsê, xoparê di kortê da
Hatim Bedlîsê, xopanê di kortê da
Daraxacî rast kiribûn tê da
Kindirên zeytkirî berdabûn pê da
Şêx Şabedîn, Seyîd Elî, Mehmed Şîrîn avêtibûn pê da
Kindir qetîyabû ji ba Xwedê da
Şêx Şabedîn ketibû erdê da
Dilê neyaran, kevir û tê da
Dîsa Şêx, avêtibûn kindirê sêpê da."
Ax, ger min ji bikarîba ev kevirê giran ji ser dile xwe biavêta. Min bikarîba paşeroja xwe ji bîr bikira!
.........
Ah, yüreğimin üstündeki bu ağır taşı ben de kaldırabilseydim. Geçmişimi de unutabilseydim.
Efendîno
Rahijin Teşkên Xwe
Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe
Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re: Tenq, Top, Tiveng, Teyare…
Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh
Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh
Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî :
Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî
Û Kuçikên Xwe Jî Bibin, Pisîk Û Çivîkên Xwe Jî
Û Ala Xwe Jî Ji Bîr Mekin Efendîno, Ala Xwe Jî
Tiştekî, Tiştekî Nehêlin Ji Kerema Xwe…
Hûn Ê Biçin
Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin
Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin!
Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin
Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We
Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir:
Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir
Rahijin Teşkên Xwe
Û Biqeşitin Ji Vir, Efendîno!
Hûnê Biçin Efendîno, Hûnê Biçin
Berî Ku Hûn Bisekitin Se Se
Hima Rahijin Teşkên Xwe
Û
Biqeşitin!