Vê sibehê,
Ji pêjna dilê te yê ji kevir te nas dikim ey mirin!
Hatina te ya ji nişkê ve, bahozên te yên ji kêran jî Nas dikim ey mirin!
Tu xewnên welatê min didizî,
Tu dayikên welatê min ji reşgirêdanê re amade dikî,
Tu esmanê welatê min tijî xatirxwestin dikî, Vê sibehê,
Serê min li ser sînga te ditevize ey mirin!