Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Û wê roja ku bi kevirê Kaîn re çilka xwîna pêșin li erdê ket, min dizanibû ku êdî paqij nabe, min dizaníbû ku dawî li vê herîkîna xwinê naye.
ji wir diherikim berîya rûyê te ev der qet xerîb nîne ji min re hawîrdor werz û rez, zevî û pez erê ev der berîya Mêrdînê ye berîya Mêrdînê berîyeke dûz e keleha Mêrdînê, hê jî nobedar e xas e axa wê, kevirê wê hiner e
Reklam
Ey dilkevir! Dilê te bi min naşewite Tiştekî ecêb nîne eger kevir neşewite Ez bişewitim ku dilê te jî bişewitînim Lewra dara ter bi serê xwe naşewite
Sayfa 297Kitabı okudu
Karekî ku bibe kevirê lingê te meke Cîhana wisa fireh li ser xwe teng meke Sibe ku xwendevanên kitêban ew xwendin Ji xwe re jê rûpeleke reş dermexe
Sayfa 243Kitabı okudu
Hûn Ê Biçin Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin! Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir: Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir Rahijin Teşkên Xwe Û Biqeşitin Ji Vir, Efendîno! Hûnê Biçin Efendîno, Hûnê Biçin Berî Ku Hûn Bisekitin Se Se Hima Rahijin Teşkên Xwe Û Biqeşitin!
Efendîno !
Efendîno Rahijin Teşkên Xwe Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re: Tenq, Top, Tiveng, Teyare… Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî : Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî Û Kuçikên Xwe Jî Bibin, Pisîk Û Çivîkên Xwe Jî Û Ala Xwe Jî Ji Bîr Mekin Efendîno, Ala Xwe Jî Tiştekî, Tiştekî Nehêlin Ji Kerema Xwe… Hûn Ê Biçin Hûn Ê Pişta Stûyê Xwe Bixurînin Û Biçin Hûn Ê Biniçniçin Û Hûn Ê Biçin! Biçin: Berî Kuç Û Kevir Di We Werbin Biçin: Berî Ku Dayikên Kitansipî Tû Bikin Ser Çavên We Û Hêj Ku Agir Vêneketiye J” Agir: Hima Niha, Vê Kêlîkê, Ji Vir Rahijin Teşkên Xwe Û Biqeşitin Ji Vir, Efendîno! Hûnê Biçin Efendîno, Hûnê Biçin Berî Ku Hûn Bisekitin Se Se Hima Rahijin Teşkên Xwe Û Biqeşitin!
Reklam
Dijîn em her li ser şax û zinaran, Kevir balîf e bo me, qad e doşek.
Efendîno Rahijin Teşkên Xwe Rahijin Kincên Xwe, Postalên Xwe Û Şivqeyên Xwe Çiyê We Hebe Li Ser Vê Axê Û We Çi Anîbe Bi Xwe Re: Tenq, Top, Tiveng, Teyare… Û We Çi Ava Kiribe: Dibistan, Qereqol, Dadgeh Û Hepsên Bêdergeh, Zîndan Û Asaqgehên Têrguneh Û Jinên Xwe Jî Esseh Efendîno, Zaruyên Xwe Jî : Hebe Pîç Û Bêjiyên Ji Xwe Jî Û Kuçikên Xwe Jî
Tê bîra te, rojên biçûkanî û şivantîya berxikan? Zarok bi hev diçinîn bi destan, piştre bi keviran radibûn hev. Du kom zarok bûn, te jî li wan dinêrî. Dawîya dawî serê tu kesî neşikest ji pevî serê te. Di nav serîyan de kevir xwîn ji serê te anî. Ev e para kesê bêteref, bêhelwest.
2/23. Eger di derbarê Qur'ana ku me ji ebdê xwe Muhammed re şandiye di dilê we de şik hebe ,de hadê hûn jî sûreyekî weka wê bînin. Ku hûn rast dibêjin, ji xeynî Xwedê gazî hemû piştgir û alikarê xwe jî bikin. 2/24 Eger hûn nekin, ji xwe hûn tu carî nikarin vê bikin, ji ber ku hûn nikarin vê bikin êdî xwe ji wî agirî biparêzin ku ardûyê wê însan û kevir in û ji kafiran re hatiye amadekirin. BEQERE,23/24.
Sayfa 10 - Ronya yayınlarıKitabı okudu
Reklam
Botan bi axa bav û kalan dagirtî Her tişt bi kelecana Cizirî diaxive Mem li hespê wî suwar dibe Zîn xwe li hewşa medresa wî hest dike Beko li ber devê derîyê wî… Ax bi vê kelecanê Dia bi vê heyecanê Nan bi vê kelecanê diaxive Kevir jî… Tibabek bawerî û Kulmek ax Li kolanên Cizîrê Pişta xwe didin dîroka hezar salan û Di neynika dîrokê de Kul û kederên me diseyînin
Em bi cahê te xelas bin ey nebî Ruh û canê me fîda canê te bî Bateyî parçeyek ji dilê ‘işqê bûm bûme kevir çîrokek serê çiyê bûm ketim xwar
meytê cûnkewê ma li hinda gola xezalên xezebê Nebûn xwedîfêriz li royarên tîrmehan Bêhna kilamên kizûrî bû sirûda êşan, bû xofgeh "wele yabo ez meyt im, bêxwedî me Wele yabo gelê min ji ber bêhna min bi fedî ye... " Tu çû bi lokê kêş! Min jî kevirin avêtin şûna cesêt bi cesaret Yek bo min, yek bo te, yek bo cûnkewê, yek bo.... Dergûşa melkemot tije kevir e, a kujêr tije qetl e. Eyarê te tije ka, ê min tije ta ye ji ber çûna te ya xeter Tu çû bi lokê kêş warê çîlekêş. Ey yara berbuya daweta cinên girêbîrê beybûna newala nêçîrê çavşîrikê tu li ku yî? Were em xweliya mirinê bi serê xwe dakin.
Evdalo, mehrûmo, bila dil bi dil be, cîhê meriv zîndana sar û tarî, xwarina meriv xwelî, balîva bin serê meriv kevir be.
Pêjna kenê te mîna pûtekî kevirî di nava bîstikên bêrîkirinê de çikandim , li ber deriyê mizgeftan hezar carî , şikandim û li ber serê mirinê kevir bi kevir
1.200 öğeden 16 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.