Bihar hat şin bûn giya
Û li ber kirin xemilîn çiya
Geştan bikin ser kaniya
Ji xeyri di çit şibhê ziya
Beraq, pak û safıya
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Carekî din min diba xwezî
Konê di reş kiribit bi zî
Tu mast li ser avê tazî
Zeryet wekî sirmê kezi
Li bêriyê li pey bizinan dibezî E
şqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat
Bo çi ji te em bûn cûde
Me terk kirin lezet sefa
Şahan goçe dana geda
Hatin li bin xaniyî me da
Eşqa welat! Eşqa welat!
Te cerg û meylakê me pat.
Kanî! Welatê serhedan
Sotim ewan ateş gedan
Lewra go ger bûne şivan
Dengê bilûran naliyan
Dengê hawaran gaziyan
Eşqa welat! Eşqa welat!
ji kîjan ferhengê bi kîjan peyvê
te bînim zimên;
porê te hûnandî bi du kezî
xweş lê hatiye, lêvên te sorê gulanî
fîstanê li bejnê tu kirî wek bûkekê dest li ber hineyê
bi bişirînek sexte, tu şibiyayî bextewariyekê
📚🔔 Tatil zili çaldı!
Bir yıl boyunca verilen emeklerin ardından şimdi dinlenme, keşfetme ve yeni maceralara atılma zamanı. 🌞
Bu yaz bol kahkahalı, bol anılı ve elbette bol kitaplı geçsin. Tüm öğrencilere keyifli tatiller diliyoruz! 💙📖
koremaran venedida bi hinekan
asik asik, nazenîn, reng-jiyan
sêvên bihuştê bûn pêsîrê gelekan
di xewna welatekî de kit kit weritîn!
ez ê li çîyayekî bikim navê yekê
tu navê qîzekê bigore, bike Beybûn
pel pel hebûn, sor sor serxwebûn
kulîlkan çil kezî bi ser kê de birîn ?