Ez Û Min

Omer Dilsoz

Ez Û Min Sözleri ve Alıntıları

Ez Û Min sözleri ve alıntılarını, Ez Û Min kitap alıntılarını, Ez Û Min en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Belkî ez tenê hîçek bim, hem jî hîçekî mezin. Hiç û pûç. Erê wele! We tevan bi yekdestî ez kirim hîçekî ji dera hanê; dexisandim, xezikandim, perçiqandim, hêvî lê çilmisandin, xwezî lê tal kirin, dinya li ber çavan sar kirin û ez avêtim vê zindana xewê. Dikim nakim neşên çavên xwe vekim. Xewa ku bi salan bû zîzê van çavan, weke ku bi carekê de heyfa salan hilde, rijiya rijiya rijiya... Neşêm çavên xwe vekim, ka ji vê biwêdetir bêjim çi!
Sayfa 14
Minî bi qasî aveke mend î kûr xwe dabû ber verêjan û hemû hatin û sepanên derve ragirtibûn nava xwe û rengên wan li xwe qebûl kiribûn. Min rengê nasnameya jêrhişîn a qebûlên giştî bû; lê ez, moriyekî serberdayî û tûle yê li pey xweseriya xwe bû.
Sayfa 66
Reklam
Nebêjin, ma gogeke kindir e ma çi ye? Ma deste cilekî nû ye ma çi ye, ma nanekî germ e ma çi ye, ma pêlîstikeke adi ye ma çi ye, ma peyveke şîrîn e -Lawê min, dilê min, ji te hez dikim-ma çi ye? Ne welê ye! Ev gelek gelek tişt in. Ev, tu yî, jiyana te ye û heta tu sax bî kul û kovana ser dilê te ye.
Sayfa 38
"Huzûr û aramîya dilê min, li nik te çêdibû û bi te xweş û geş dibûm..."
Çi bu?
Min disa xwe diavête benê pirsyaran. Divê min zelal bikira nependiyên nav hişê xwe, çimkî tiştek hebû ez asê dikirim û rê li min digirtin. Dest û piyên min girêdida û nedihişt ku gavekê bi ber ve bihêm.
Sayfa 34
Ez Û Min
Gelî xweşewîstan! Zindana herî mezin bêfikrî ye.Mirovê hizreke wî li ser jiyanê tunebe, ew mehkûmê fikren dî ye û zindana wî hetahetayê ye.
Sayfa 42-J&JKitabı okudu
Geri14
46 öğeden 41 ile 46 arasındakiler gösteriliyor.