Ez do jî gunehkar bûm, ji ber ku ez neketibûm ser riya tarî ya kîn û nefreta dînî îro jî ez dîsan gunehkar bûm, ji ber ku ez bi xencer û şûran, nedibûm êzidiyeke ku li pey xwîn û tolan bûm
Dîcle me ez,
Dengê Dîcleyê,
Nêrîna tarîxê, dilê însaniyetê,
Destpêk im ez, zayin, hebûn.
Çemê cenetê, destebirayê Aras, Zap û Firatê,
Tewrat, Încîl, Quran,
Adem im ez, Birahîm, Nûh.
Tofan, Cûdî, Herekol.
Hawara dîcleyê/Mehmed Uzun
Fermo, ji we re rastîya Dîcleyê;
Guhê min li dengê te, ko qîrîn e, hawar e.
Çavê min li pêlên te, ko xuşexuş e, herikîn e.
Ji deverên dûr ber bi deverên dûr e, di nav wext û heyaman de.
Dengê te, ko bi dengê ba, baran û berfê ve yek dibe.
Endam û bala te, ko bi tîrêjên tavê, çirûskên heyv û stêrê li
hev dipêçikine.
Li dengê te guhdarî dikim, ko kûr e, dûr e, nûr e.
Her roj, her þev, ji jor ber bi jêr e, li vir e, li wir e...
"Dîcle çi dibêje? Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir. Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye?
Ez, dengbêje Dîcleyê, ji we re bibêjim; dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje."