Ermen mirin. Suryan, keldan, nastûrî bêhejmar mirin.
Êzidî mirin. Kurd mirin.
Ez jî ê bimirim. Ez bi birîna xwe dizanim, ev birîn nacebire, ev ê min bikuje.
Dîcle çi dibêje? Guhê xwe bidin ser dengê Dîcleyê, bi dîqet, bi hizir.
Bibêjin ka gotina Dîcleyê çi ye?
Ez, dengbêjê Dîcleyê, ji we re bibêjim; deng, dengê mirî, windabûyî û jibirbûyiyan e û ava Dîcleyê strana zîz a wan dibêje.
Berî ko hûn bipirsin, ez bibêjim we ka Jibîrbûyî kî ne.
Jibîrbûyî, ez im; Biro, Biroyê Dengbêj, yan jî em bibêjin, Biroyê Êzîdî, yan jî Biroyê Kor, yan jî Biroyê Dirêj.
Jibîrbûyî, Ester e; Estera ko min jê re digot, Stêr, an jî Estera file, keldan, nastûrî, yan jî Stêra ezîza ber dilê min, roniya çavê min, Ester, sêwiya zarşêrîn e zarwinda, bejn û bala lihev...
Jibîrbûyî, Mîr e. Mîrê Cizîra Botan, serekê Ezîzan, an jî Mîrê serhildana kurdî, yan jî Mîrê nefîkirî, yan jî Bavê Têlî, Têliyê kor ko hevalê min e.