Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Mirina Kalekî Rind

Mehmed Uzun

Öne Çıkan Mirina Kalekî Rind Gönderileri

Öne Çıkan Mirina Kalekî Rind kitaplarını, öne çıkan Mirina Kalekî Rind sözleri ve alıntılarını, öne çıkan Mirina Kalekî Rind yazarlarını, öne çıkan Mirina Kalekî Rind yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Hesreta wextên azad û wekhev. Hesret... Hesreta azadiya nezincîrkirî.
Sayfa 21 - ithaki- özgür ve eşit günlere hasret. hasret... zincirlenmemiş özgürlüğe hasret.Kitabı okudu
128 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
15 saatte okudu
Xwezî min tê bidîta Mehmed Uzun... Xwezî bi qasî bîskekê ez li cem tê bi rûnişta û mê bihevra sohbet bikira... Ev du carin ez ve pirtûke dixwinim. Caran peşî jî pir keyfa min je re hat u niha jî.. Ez nizanim, lê ku ez di rahijma kitêbên wî însanî - kijan pirtûka wî be ferq nake- be sebeb ez keyfxweş dibim.. Ev pirtûk behsa gelek tiştan dike, lê balê di nava wan tiştan da ên gelekî behsa hizûra nava dile însanî dike.. be çawa em hemû her yekê li dêrna an jî li ba hinek însanan em xwe bi hizûr û keyfxweşî his dikin, nivîskare me jî xwe li ba vî Kale Rind wilo his dike. Ku ji ba hev dûr dikevin ew Kale Rind di menê dile wî de. Berîya wî dike, hesreta wî dikişîne... Be çawa hingê ku te berîya Kale Rind dikir û ti bi awayekî diçûyî nik wî, xwezî ez ji bi awayekî welê bihata nik te.. Em hinekî behsa pirtûke bikin... Be çawa di pirtûkên wî yên dîda zimanê wî pir zelal e, di vê pirtûkê de jî zimanê nivîskar pir paqij û zelal e. Uslûba wî pir baş e. Mirov je aciz nabe. Ez bi xwe, ku pirtûkên Mehmed Uzun yên Kurdî ku dixwinim dikevim e nav hizûraka be nav de.. Ez ne ev pirtûka bi tenê hemû pirtûkên Mehmed Uzun ji wê re tewsiye dikim. Bixwînin û vî nivîskarî binasin...
Mirina Kalekî Rind
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,216 okunma
Reklam
Çiqas rast e, ew qisa ku dibêje «jiyan tabloyeke rengîn e ku bi rengên xweşik yên tesadufan ve hatiye neqişandin» çiqas rast e...
Însan nikare rehên xwe berde bin axên xerîb…
Şev bi bayê keser, tirs û nenasî û nezaniya paşerojê ve hildibû...
Sayfa 14 - ithaki
128 syf.
·
Puan vermedi
·
18 günde okudu
Rind kî ne?
Wext min navê pirtûke xwend min got: navê wî " mirina kalekî rind( xweşik) e. Ez pê de çûm min got: ma ev çima rind in? Wek Serdar( qehremanê pirtûkê) ez fikrîyam ev Rindî kî ne? Çi dikin? Di dîrokê de çi kirine?.. Ser Rindî ya gelek helbest, pirtûk hatine nivîsandin.( Ezê behsa Rindya jî bikim) Pirtûk dora dû şexsan dibore. Herdû jî sembol
Mirina Kalekî Rind
Mirina Kalekî RindMehmed Uzun · İthaki Yayınları · 20154,216 okunma
Reklam
Wan destên ku min ji wan gelek hez dikir,çima ez terk dikirim?Çima wan ez di nav derd û keseran de dihiştim,ez bi tenê berdidam?
Sayfa 25
Hesret… Hesretên stûxwar, şikestî, qurmiçî, dilgerm û dilsoj. Hesret… hesreta wextên azad û wekhev. Hesret… hesreta azadiya nezincîrkirî. Hesret… hesreta gulên sor. Ew gulên sor ku wekî ramûsaneke li ser singên evîndaran bûn. Ew gulên sor ku wekî hêstireke çava li ser qebr û gorên qedirgiran hişîn dibûn.
Îthakî r.21Kitabı okudu
Ji reh û rêç, ax û zimanê xwe vemeqete. Ew, di nav vê jiyana nexweş û neçar de kaniyên kêfxweşîya me ne.
westîyam yaww .. biborînin hinekî dirêj çêbû lê bixwenin xweş e :d
Tu dizanî... hinek xeberdan hene ku carina bi saet, roj û heftan dom dikin, lê ne jîndar in, merivan nahejînin, sermest nakin, di dil û mêjî de pêl nadin... Ev celeb xeberdan tên gotin, tên bikaranîn û bi dû re jî winda dibin, diherin. Bêşop derin. Meriv nikare şopên wan hilîne. Ez çawan bibêjim... xeberdanên weha weke meşeke, gereke, birêveçûneke pêxwas û serqot in. Meşeke, gereke, birêveçûneke pêxwas û serqot di stêrikeke mirî de. Li wê derê her tişt mirî ye, her tişt vemirî ye, tiştê ku meriv vejîne, keşf bike nemaye. Lê, carina jî hinek demên kurt yên xeberdanan hene. Xeberdanên ku zêde nehatine neqişandin. Xeberdanên ku kin, kurt û tijî ne. Xeberdanên weha di dil û mêjiyê meriv de pêl vedidîn, coşa meriv dikelînin û meriv-digel ku ew kin û kurt in - qet naxwaze ku ew biqedin, kuta bibin. Xeberdanên weha hê di peyva yekemîn de bala meriv dikişînin. Ev xeberdan weke rêwîtiya li ser riya rojê ne; germ in, bi heyecan in, bi sihêr û esrar in. Herweha meriv ji wan gelek tişt dipên.
1.000 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.